Stêrkên Ser Rûyê Erdê Tufeylê K. ‘Emrê Dewsî

725

Jiyana-Sehabeyan-önizleme“Ya Rabbî nîşanekê bidyê kû alîkariya wî liser tişta başe kû dixwazê bikê”

Tufeylê k. ‘Emrê Dewsî di demra cehaletê de serokê Qebîla Dewsîyan, û kesekî qedirbilind bû

Her weha Tufeyl rewşenbîrekî, şareza û zîrek, helbestvanekî xwedî hestên bilind bû.

Di dema kû aşê pevçûnê di navbera Pêxember (s.a.s) û Qureyşiyan de digera, û her yekî ji wan diviya kû hevalên xwe zêdetir bikê …Pêxemberê Xweda (s.a.s) bi çeka îman û heqiyê gazî bal Rebbê xwe ve dikir. Kafirê Qureyşiyan jî bi her cure çek dijberî de’wa wî disekinîn û berê mirovan jê diguherandin, dinav rewşeke wehade Tufeyl çû Mekihê. Û ji nişka ve xwe di nav şer de dît. Lewra ew ne jibo vê armancê hatibû Mekih’ê, deka werin em çîroka wî ji wî gohdarbikin:

Tufeyl dibêjê: Ez çûme Mekihê, çawa kû girgirekê Qureyşiyan min dîtîn hatin cem min û bixêrhatin dane min, piştre jî girgirekên Qureyşiyan li dora min kom bûn û gotin:

Tufeyl, tu hatiye welatê me, û çawa kû tu jî dibînê ev zilamê ha î kû dibêjê ez Pêxemberim, karê me, yekîtiya me xerab kiriye, û em ji hevdu balav kirin e, vêca em ditirsin ev tişta hatî serê me werê serê te û gelê te jî, ji bo vê yekê nebê kû tu pê re bipeyvê, û tu tiştekî jê gohdar bikê; lewra gotinên wî weke sihrê ne: bav û kur, bira û bira, û jin û mêr ji hev qut dikin.

Tufeyl dibêjê:Wellahî bê navber di derheqê wîde tiştê wisa xerîb ji min re digotin, bi kirinên wî yê ecêb min ditirsandin, heta kû min biryar da kû ezê ne nêzîkî wî bibim, ne pê re xeber bidim û ne jî tiştekî jê gohdar bikim.

Wexta kû ez çûm Ke’bê tawaf bikim, û wan senemên li dedora Ke’bê pîroz bikim, ji tirsa kû ez dengê tiştekî ji Muhemmed nekim min herdu guhên xwe tije pembu kirin.

Lê mixabin digel van hewldanên min jî Xweda hes kir kû hinek gotinên wî werin guhên min, û min ji xwe re got: Diya te te veşêrê Tufeyl…!

Jiyana-Sehabeyan-1Tu zilamekî şareza û helbestvanî, tişta baş û nebaş ji ber te winda nabê, çima tiştên kû ev zilam dibêjê tu lê gohdar nakê? Heger tişta kû dibêjê baş bê tê qebul bikê, û heger nebaş bê tê dev jê berdê.

Tufeyl dibêjê: Ez rawestam heta Qasidê Xweda çû mala xwe, ez jî li peyçûme mala wî , min jê re got ya Muhemmed, gelê te di derheqê te de ev û ev û ev ji min re gotin, di derbarê karê te de ez tirsandim heta ji bok û ez ji te tiştekî gohdar nakim min pembu xiste guhên xwe, lêbelê Xweda xwest kû ej ji te gohdar bikim, û ev gotinên te pir xweşbûn. Ka dînê xwe ji min re bêje, Qasidê Xweda dînê xwe ji min re got, sûreta “Îxlas” û “Feleq” ji min re xwendin.

Wê hingê min herdu destên xwe dirêjî Resûlê Xweda kirin û ez misilman bûm

Tufeyl dibêjê: piştre demekê li Mekihê mam, ez hînî dînê Îslamê bûm, û biqasî min kari Qur’an-a pîroz jiberkir, dema kû min xwest vegerim bal gelê xwe min got: ya Resûlê Xweda, gelê min biya min dikê, ezê vegerim bal wan û wan gazî Îslamê bikim, ji min re di’a bike kû Xweda nîşanekê ji minre çêbikê kû divî karê minde ji min re bibê alîkar. Pêxemberê Xweda ji min re di’a kir ku Xweda nîşanekê bide min. Xweda di’aya wî qebul kir û nîşana min bû ronahiyek û kete serê kopalê min.

Ez çûme nav gelê xwe, dema bavê min û pîreka hatin cem min û bixêrhatina min kirin, min ji wan re got:

-Ji min dur bikevin, ez ne ji we me hun jî ne ji minin.

– Ji bo çi?!

-Lewra ez misilman bûme û bûme tabiê dînê Muhemmed (s.a.s),

– Dînê me dînê te ye,

Jiyana-Sehabeyan-2– Nexwe rabin xwe bişon û cilên xwe biguherînin, piştre jî werin da kû ew tiştên ez hîn bûme hînî we jî bikim, çûn xwe şuştin û cilên xwe guherandin, piştre jî hatin min ji wanre Îslametî got û ew jî misilmanbûn.

Piştre jî min Dewsî tev gazî Îslamê kirin ji bilî Ebu Hureyre tevan xwe giran kirin, lê Ebu Hureyre berî teva misilman bû.

Û Ez careke dî vegeriyame Mekihê cem Pêxemberê Xweda (s.a.s), Ebu Hureyre jî bi min re bû Pêxemberê Xweda (s.a.s) ji min re got: Wezîyet çawa ye Tufeyl?

Min got: Dîlênwan mohr kirîne û kûfreke zêde bi wan re heye… Xerabî û gûnehkariyê zora Dewsiyan biriye…

Wê demê lêbelê Qasidê Xweda -resûlê merhemetê- destê xwe bi bal ezmana ve hilda weha di’a kir: Ya Rebbî tu Dewsiyan hîdayet bikê… Ya Rebbî tu Dewsiyan hîdayet bikê… Ya Rebbî tu Dewsiyan hîdayet bikê…

-Tufeyl, Here bal gelê xwe û vê carê bi nermayî wan gazî bal Îslamê ve bike.

Tufeyl dibêjê: Ez li nav Dewsiyan mam û min ew gazî bal Îslamê dikirin hetanî ku Pêxemberê Xweda hicretî Medîna munewwere kir, cenga Bedrê, Uhudê û Xendeqê jî derbas bûn, ez digel heştê malbatên Dewsîyan î ku misilman bûbûn çûme cem Pêxemberê Xweda (s.a.s), Pêxemberê Xweda (s.a.s) bi vê yekê pir kêf xweş bû, -digel ku em beşdarî fetha Xeyberê nebûbûn jî- ji xenîmeta Xeyberê para me jî veqetand.

Tufeyl dibêjê: piştî fetha Mekihê min ji Resulê Xweda xwest ku min bişêne bal putê ‘Emrê k. Hemheme î bi navê “Zulkeffeyn”da ku ez wî bişewitînim… Pêxemberê Xweda destura wî da, çû li berê sekinî û ji pêş çavên perestên put ve di devê wî de agir pêxist… û weha distirand:

Zelkeffeyn, ez ne ji perestên te me

Rojbûna me beriya rojbûna te ye

Min nava dilê te tije agir kiriye

Bi şewitanda “Zûlkeffeyn” Xweda jêmayiyên şirkê jî ji nav qebîla Dewsiyan rakirin, û bi tavahî misilman bûn. Piştî vê buyerê û heta Pêxemberê Xweda (s.a.s) wefat kir jî Tufeyl (r.a) ji Resulê Xweda (s.a.s) neveqetiya.

Dema ku Resulê Xweda (s.a.s) çû ber dilovaniya xwe û xîlafet kete destê Ebu Bekir (r.a) Tufeyl (r.a) xwe, şûrê xwe û kurê xwe xistine bin emrê xelîfeyê Resulê Xweda (s.a.s).

Wexta ku herba bi Murted’an re dest pê kir, Tufeyl û kurê wî ‘Emr di serê leşkerê ku çûne herba “Mûseylemetul kezzab” de bûn.

Di rêde Tufeyl di xewna xwede dît ku serê wî hatibu qusandin, teyrek ji devê wî derdiket, û pîrekekê ew dixiste nava xwe, û dît ku kurê wî ‘Emr jî li wî digeriya lêbelê tiştek dikete navbera wî û kurê wî û ji hev diqetiyan.

Hevalên wî jê re gotin: Ser xêrê bê…

Lêbelê Tufeyl dibêje: heçîka ezim min ji xwe re xewna xwe t’ebîr kiriye: T’ebîra qusandina serê min: wê serê min werê jêkirin, ew teyrê ku ji devê min derdiket jî: rihê min e, û pîreka ku ez diketime zikê wê jî: erd e, wê ji bo min werê kolan û ezê di navde werîm veşartin…ez hêvîdarim ku şehîd bikevim.

Heçîka lêgerîna kurê min jî: Ew şahadeta ku -bi destura Xweda- wê bibê para min wê kurê min jî bixwazê lê mixabin ev yek wê piştre bibê para wî.

Di herba “Yemame”yê de sehabiyê qedir bilind Tufeylê k. Emrê Dewsî şehîd ket.

Kurê wî ‘Emir jî şer kir hetanî ku ji ber birînên laşê xwe êdî taqeta wî nema, kefa destê wî ya rastê hate jêkirin, bavê xwe û destê xwe li erda Yemameyê hiştin û vegeriya Medînê.

Ji wexta ku bavê wî şehîd ketî ve her tim şehadet dihate ber çevên ‘Emir, wexta herba “Yermukê” ‘Emir jî digel wanê ku bilez çûne baskî şehadetê ve bilez çû, cîhad kir hetanî ku gihaşte wê şehadeta ku bavê wî dixwest ku ew jî bigihiyê.

Rehma Xweda li Tufeylê k. ‘Emir bê; ew şehîdê bavê şehîd bû.

((Ev nivîs tevî hinek guhertinan bi kurtasî ji pirtûka hêja: “Suwerun mîn Heyatîs Sehabe” hatiye wergerandin.))

Mehmud ZENGANÎ

 

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER