“Êdî ez ji hinek zarokên xwe pirtir ji ‘Umeyr’ê k. Wehb hes dikim” (‘Umerê k. Xettab (X.r).)
‘Umeyrê k. Wehbê Cumehî ji herba Bedrê bi selametî vegeriya, lê belê kurê xwe Wehb bi şun xwe ve di nav lepê misilmanan de hêsîr hişt.
‘Umeyr, ji ber tede û ezyeta ku wî dabû Pêxemberê Xweda (s.s.l) û hevalên wî di tirsiya ku misilman heyfa xwe li kurê wî hilênin, û ji ew jî tede û ezyetê bidne kurê wî.
‘Umeyr rojekê danepeza ji bona tewafa K’ebê û ji bo ku ji putan oxirê bixwaze çû Mescîdul Haramê, dît ku Safwanê k. Ûmeyye li kêleka Hicrê runiştiye, berê xwe dayê û got: Mezinê Qureyşiya sibiha te bi xêrbe.
Safwan got: Sibha te jî bi xêrbe bavê Wehb, ka rune em qasekî mijul bibin, ne wilo be dem na buhure.
‘Umeyr li kêleka Safwanê k. Ûmeyye runişt, her duya behsa Bedrê û belaya mezin a ku hatibû serê wan kirin, hêsîrên xwe yên ku ketibûn destê Muhemmed û hevalên wî de di jimartin, dilê xwe li ser giregirê Qureyşiyan ên ku bi şûrên misilmanan hatibûn kuştin di êşandin.
Keser hatin Safwan û got: Wellahî piştî wan re tu xêr di jiyanê de nema. ‘Umeyr got: Welleh tu rast dibêjî, qasekî sekinî û piştre got: Ez bi Rebbê K’ebê kim, heger ne ji deynên min ên ku ez nikarim wan bidim, û zarokên min ên ku ez ditirsim piştî min re belengaz bibin bûna, ez ê çûbana Muhemmed kuştibûna, û min ê karê wî bi dawî bikira, û xerabiya wî bidana rawestandin, piştre jî di ber xwe de weha got: Û ji bo ku kurê min Wehb di destê wan de ye çûyina min e Medînê tu gumanê jî ji kesekî re çênake.
Safwan gotinên ‘Umeyr wek fersendekê dîtin û nexwest ku vê fersendê ji dest xwe bike, lê zîvirî û got: ‘Umeyr, deynê te eydê min, çiqas bin jî ezê ji ber te ve bidim…
Û ezê zarokên te jî bibim nav zarokên xwe heta ez û ew sax bin ezê li wan meyzênim…
‘Umey got: Nexwe van gotinên me veşêre bila kes pê nehese, Sefwan got: Bila be.
‘Umeyr ji mizgeftê derket û agirê kîna Muhemmed (s.s.l) di dilê wî de gur dibû, ji bonî biryara ku girtibû dest bi amadeyiyê kir, şûrê xwe tûj kir û jehr kir…
Dewara xwe amade kir û lê siwar bû…
Bî dilê xwe î tije kîn û xerabî gihaşte Medînê qesda Pêxemberê Xweda (s.s.l) kir dema gihaşte nêzî derîyê Mizgeftê, dewara xwe nîx kir û jê peya bû.
Wî çaxî ‘Umer (X.r) û hinek sehabî jî nêzî deryê mizgeftê runiştî bûn, behsa Herba Bedrê û hêsîrên Qureyşiyan û kûştiyên wan di kirin, wêneyên lehengiyên misilmanên Mûhacir û Ensariyan di anîne ber çavên xwe, û alîkariya Xweda ye ku bi wan re kirî, û neyarên wan şepirze û riswa kirî bi bîr tanîn.
Ji nişka ve berê ‘Umer ket e ‘Umeyr ku ji dewara xwe peya bû, şûrê wî tazî û berê xwe da mizgeftê, bi tirs ji ciyê xwe rabû û got:
Ev kûçikê ha neyarê Xweda ‘Umeyrê k. Wehb e…
Welleh hebê nebê ev ji bo xirabiyê hatiye, ewî li Mekihê mûşrik pêşkarî me dikirin, û beriya Bedrê ji wan re çavdêrî dikir…
‘Umer ji hevalên xwe re got: Herin xwe binde dora Pêxember û haydar bin da ev xebîsê hîlebaz tu zerarekê nedyê.
‘Umer rabû û bi lez çû cem Pêxemberê Xweda (s.s.l) û got: Ya Resulê Xweda , evê ha neyarê Xweda ‘Umeyrê k. Wehb e şûrê xwe tazî kiriye û hatiye, ez zen dikim ku ew ji bo xirabiyê hatiye, Pêxemberê Xweda (s.s.l) got: Wî bînin cem min.
Faruq çû cem ‘Umeyr bi berstika wî girt, benikê şûrê xwe li stuyê wî pêça, û ew bir e cem Pêxemberê Xweda (s.s.l).
Dema Pêxemberê Xweda (s.s.l) wî bi vê rewşê dît, ji ‘Umer re got: ‘Umer wî berde, û xwe jê bide paş. Pêxemberê Xweda berê xwe da ‘Umeyr û jê re got: ‘Umeyr nêzîk bibe, ‘Umeyr nêzîk bû û got: Sibiha te bi xêr be.
Pêxemberê Xweda (s.s.l) got: Xweda silavek e ji ya te hîn bi xêrtir daye me ‘Umeyr…
Xweda”selam” daye me, ew jî silava ehlê Cennetê ye.
‘Umeyr got: Wellahî tu ji silava me ne dûrî, -çi zû te jibîr kir-.
Pêxemberê Xweda (s.s.l) jê re got: ‘Umeyr tu ji bo çi hatî?!
‘Umeyr got: Ez hatime ku hun qenciyekê bi min bikin, û hun vî hêsîrê di destê xwe de bedrin.
Pêxemberê Xweda (s.s.l) got: Ew çi şûr bi milê te ve?!
‘Umeyr got: Qeda bi vî şûrî bikeve û ji nav şûra here… Roja Bedrê tu fêdeke wî ne gihişte me?!!
Pêxemberê Xweda (s.s.l) got: Ji min re rast bêje, ‘Umeyr tu ji bo çi hatî?
‘Umeyr got: Ez tenê ji bo vê yekê hatim e.
Pêxemberê Xweda (s.s.l) got: Nexêr, tu û Sefwanê k. Umeyye li ba Hicrikê li cem hev runiştin, we behsa kuştiyên Qureyşiyan kir û piştre jî te got:
Heger ne ji deynên min û eyalên min buna, minê çûbana Muhemmed bikuşta…
Ji bo ku tu min bikujê Sefwan deynên te û eyalên te sipartin xwe…
Lêbelê Xweda nahêle ku tu vê yekê bike.
‘Umeyr qasekî matmayî ma, û hê gelek tê neçûyî got: Ez şehde Didim ku tu Resulê Xweda yî.
Di peyde jî weha got: Ya Resulê Xweda di derbarê wan agahiyên ku ji asîmanan ji te re dihatin, û wê wehya ku nazilî ser te dibû me tu li virê derdixistî, lêbelê ev xeberdana di navbera min û Sefwan de derbas bû ji min û wî pêştir tu kesî pê nizanibû…
Welleh îdî ez yeqîn dikim ku ev xeberdana me ji Xweda pêştir kesekî ji te re ne aniye…
Hemd ji wî Xweda yî re bin ku ez şandime bal te ji bo ku ez misilman bibim… piştre şehda xwe anî û misilman bû.
Pêxemberê Xweda (s.s.l) ji sehabiyên xwe re got: Birayê xwe hînî dînê wî bikin, wî hînî Qur’anê bikin,û hêsîrê wî jî bedrin.
Misilman, bi misilmanbûna ‘Umeyr zêde kêf xweş bûn, Hz. ‘Umer(X.r) weha digot: Dema ‘Umeyr hate cem Resulê Xweda (s.s.l) berazek jî ji wî li ber dilê min şêrîntir bû, lêbelê vêgavê ez ji hinek zarokên xwe jî pirtir ji wî hes dikim.
Di vê navbera ku ‘Umeyr nefsa xwe bi wan tiştên ku ji îslamê hîn bûyî paqij dikir, û dilê xwe bi nûra Qur’anê tije dikir, rojên jiyana xwe î herî xweş û hêja di jiya, bû ku êdî van tişta Mekih û kesên li Mekihê’ne pê dane jibir kirin.
Sefwan jî li Mekihê dilê xwe xweş dikir, di ber civatên Qureyşiyan de derbas dibû û digot: Di demeke nêz de wê mizgîniyek e mezin ji we re were, wê bûyera Bedrê bi we bide jibîr kirin.
Dema xeber ji ‘Umeyr nehat hêdî hêdî dilnerihetî ji Sefwan re çêbû, wisa lê hat te digot qey li ser piringek agir e, karwanên di hatin pirsa ‘Umeyr ji wan dikir lê mixabin tu kesî dilê rihet nedikir…
Heta ku siwarek hate cem jê re got: ‘Umeyr misilman bûye…
Ev xebera ku bihîstî weke brûskekê bi ser de hat…lewra wî zen dikir ku kesên li ser ruyê erdê tev misilman bibin jî ew misilman nabe.
Piştî ku ‘Umeyr (X.r) xwe hînê dînê xwe kir hate cem Resulê Xweda (s.s.l) û got: Ya Resulê Xweda, demek e dirêj ji bo ku nûra Xweda bi tefe ez dixebitîm, tedeyeke zêde min li misilmanan kir, vêce ez dixwazim tu destura min bide da ku ez herim Mekihê Qureyşiyan vexwînim bal Xweda û Resulê wî, heger ji min qebul bikin baş e, û heger guhên xwe nedin min bê çawa min ezyet di da hevalên Pêxemberê Xweda (s.s.l) ez ê bi wî rengî ezyetê bidim wan.
Resulê Xweda (s.s.l) destura wî da, gihaşte Mekihê, çû mala Sefwan û got: Sefwan, tu yek ji giregirê Mekihê, û yek ji eqilmendê Qureyşiyan î, li gor te ev perestina we yî ji keviran re û gurandina we yî ji bo wan eqil dirist didêre ku ev bibe dînekî hek?!
Heçî ez im ez dişehidênim ku ji xeynî Xweda tu îlah tunene û Muhemmed jî qasidê Wî y e.
Piştre jî ‘Umeyr (X.r) dest bi dewa Îslamê kir heta ku gelek kes li ser destê wî misilman bûn.
Xweda xêra ‘Umeyrê k. Wehb (X.r) zêde bike, û qebra wî jê re ronî bike, me jî ji cîrantiya wî mehrum neke. Amîn
((Ev nivîs tevî hinek guhertinan bi kurtasî ji pirtûka hêja: “Suwerun mîn Heyatîs Sehabe” hatiye wergerandin.))

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?