Berê di odeyekê da panzdeh mirov dijiyan
Niha di mala pênc ode da du mirov nahewin.

Berê ji sênîkekê pênc mirovan bi hev ra şîv dixwarin
Niha mirovek bi pênc sênî şîv têr nabe.

Berê li mala me şîva xweş çêbana me sêniyek dida cîranê xwe jî
Niha şîva xweş em wêneyê wê dikşînin û li ser înternetê diweşînin.

Berê malbat tev li dora soba sor diciviyan sohbet dikirin
Niha petekên kalorîferan malbat tev kişand odeyên cuda.

Berê malên me piçûk bûn, teng bûn; lê dilên me fire bûn
Niha malên me mezin in, fire ne lê dilê me teng e.

Berê mêvan nehatana mala me, me digot wê bereket ji malê derkeve
Niha mêvan werin em diltengiyê dikin, em dibejin ê zexîreyê me kêm bibe.

Berê dayikên me li dû nimêja sibê kuçe bi bermalkê pakij dikir
Niha dayik çopê xwe davêjin ber derî, dibêjin çopçî û dergevan ê paqij ke.

Berê mirovan ji heya û edebê bi şermî, li erdê mêze dikirin û dimeşiyan
Niha mêr û jin li nav çavê hev mêze dikin, bê edep û bê heya dimeşin.

Berê civat li malbatekê kom dibû, mirovan sohbet dikir
Niha mirov tev ji hev dûr bûne, di medyaya civakî da sohbet dikin

Berê ji tirsa bav, malbatê newêrîbû şaşiyek bikira
Niha bav newêre ji tirsa tohmetan li malbata xwe xwedî derkeve.

Berê kê xerabî di televîzyon û rêzefîlman da didît?
Niha ew xerabî di nav malbata me da jî tê dîtin.

Berê em çi bûn?
Niha em çi ne?

Fe eyne tezhebûn
Ev çûn bi ku ve ye?

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?