Wêneyên neh ciwanan belav bûn

Ciwanin bedew, ciwanin nûrxwan, ciwanin qedirbilind, ciwanin rûken…

Her yek xwedî malbat, zane û perwerdebûyî

Her yek xwediyê jiyanek rengîn

Her yek dozdar û evîndarê doza xwe

Barê giran lê belê pîroz dabûn ser milên xwe

Dayikek û pitikek jî derdiket pêş di wêneyan de

Dayikê diranê nûderketî ê pitika xwe; ê Leylaya xwe rê bavê wê dida

Bi hêviyek mezin, bi hesretek bêhempa

De ka bînin ber çavên xwe wêneyên wê dayikê

Wê evîna mezin, wê hêviya gulvedayî

Ji bo Rebê xwe, ji bo mebesta xwe yî mezin

Yeko yeko canê xwe firotin, neh ciwanan

Dan bi bihuşta bi nav û deng

Di bazirganiya mezin de gihaştin daxwaza xwe

Neh ciwanên rûken

Doza Rebê xwe bilind kirin.

 

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?