Em Bikêşin Xêza Xwe

Xezalê!
Wa ye zarok derdikevin bûka baranê
Veneşêre awirên xwe
Roj ji bo me jî hiltê îro
Ka biqêrin em doza xwe.

Rêz bikin em risteyan
Ne pêwîstin tu serwa
Dev ji xalbendiyê berdin em
Hew bila ji dil be strana me
Bawer dikim wê bes be ev banga me.

Di vê jiyana hilînok de
Dixwazin em
Biniqutînin ser dêm û dilên xwe
Birqekê ji ronkaya Rebê xwe.

Û biqîrin em evîna xwe
Mebestên bilind em bidin ber sînga xwe
Bawermendin, bawermendan em bidin dora xwe
Bila bes hewara dayikan bilind bibe
Û wêneyên zarokan ne bi dixan bin
Li qadên azadiyê
Em bikêşin xêza xwe.

Îslameddîn DEMİRKAYA

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?