Dînê Xweda Îslam
Ew e ji me re rehm û azadî
Rûmet û ewlehî.
Bi kude derim rastî nakokiyan têm
Yên pergalên beşerî
Li hawîrdor xwîn diherike
Sedem pergal û helwestên ne însanî.
Ê, divê çawa be?
Wê çawa xelas bibin ev şerm?
Bersiv: Divê veger bal dînê Xweda be
Wekî sehabiyan, ev e rêya îslamî.
Bes e bila kes xwe nepesinîne
Di nav van şerman de
Tev vê birakujiyê.
Dûrketina ji rastiyê
Zêdebûna qelpiyê
Û bi vê bê evîniyê para kesî nakeve pesn.
Hew îslam şa dike
Betilandin mirovahî
Derew û fikrên derîslamî.
Ya Rebî ez destê xwe bal te vedikim
Tu veşêre kirêtiyan
Îslamê bike para me
Li malên me, li sûkên me
Derîne ji nav umetê şaxên zilmê
Û bike li vê umetê rehmê
Me di îslamê de bigihîne lûtkê.
Naxwazim tiştekî derîslamî
Ne hewcî kes qal bike ji tevan têr im
Min pejirand ji xwe re îslam
Ew e ji min re rê bi wekîdin qayil nabim.

Îslameddîn demirkaya

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?