Heywax ji destê nezanan

Heft xwezî bi halê xîzanan

Dibên em her tişt dizanin

Gûhdarî nakin li zanan

 

Bela nezanan pir zor e

Her xwe dibînin li jor e

Yê bêje her tişt dizanim

Ew nizane ku fêmkor e

 

Mirovekî ku fêm bike

Çiqas zana be hindike

Sinorê zanînê tune

Wê hîn çêtir bilipike

 

Ciwan û kal bo her kese

Şinorkbûn tenê ne bese

Perwerdehî ne dîtibe

Zanîna wî wek qefese

 

Erê hin kes ne xwendane

Bi şinork û pir zanane

Ji hezaran wê yek hebe

Henin, lê ew îstisnane

 

Mirovê çiqas zana be

Dema ku ew ne xwenda be

Perwerde û zanist nebe

Teqez wê ji cahilan be

 

Wek şofêrê bê ehliyet

Dema trafîk lê derket

Dibe wek kewê kesîre

Wek ku wî ling û bask şikest

 

Erê xwenda tev ne yekin

Lê zanyarên wan gelek in

Pir kêm henin li asta jêr

Lew ku xwendane zîrek in

 

Li Quran a pîroz fekre

Ayeta yekem wek emr e

Îqre’ Reb dibê bixwîne

Fermana Reb ji her kes re

 

Ez î hêjar ne xwenda me

Ne zanyar û ne seyda me

Bo xwendin û nivîsadinê

Ji bo min wek şûxlû xem e

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?