Siba we bixêr be gelî birana

Ya we tev de gelî pîr û ciwana

Li xwe miqate bin xwe biparêzin

Çile ye van demsalê zevestana

 

Xasma pîr û kalên li ser kopalan

Li ber sermayê em bûn wek tefalan

Ciwanî malê barkirye ji cem me

Meşa me jî bûye wek bi pîvanan

 

Lewra em î salxûrin pîr û kal in

Roja me çûye û em bê pergal in

Dema dimeşin li ser xwe digerin

Bi ax û ox bi kesera dinalin

 

Ax ew ciwanî carek din bihata

Me rewşa pîrbûnê jê re bigota

Ku îtiyarî çi bi meriv de tîne

Meriv dike ji sûk û ji civata

 

Hin kal û pîr henin tim li mal in

Êvzar in, hêjar in û bê pergal in

Xwedê semaxek zêde bide wanan

Ew girtiyê Xwedayê Zilcelal in

 

Digel her rewş û ehwal dîsa spas

Hemd û şikir dibêjim hem bê qiyas

Xwedê me bi tendrûstiyê ‘ezmûn neke

Lew hêz û mecala me tune hewqas

 

Gotinek heye, dibên îxtiyarî

Îxtiyarî hem hezar ‘eyb û ‘arî

Lew pergala jînewariyê ev e

Peywira me semax û spasdar î

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?