10.
Ma ez dibêm vê gotinê
Bêy te ziban bê gotin e
Ew qal û qîlê di dinê
Zahir û batin sakin e
Bûn û mîqata mirinê
Ew j’bal te ne, ne j’bal min e

11.
Min hewl nehin quwet nehin
Rûh ji te ye dîn ji te ye
Min zehr û ezman navebin
Deng ji te ye sewt ji te ye
Awaz ji kewna qudret in
Dest ji te ye çeng ji te ye

12.
Ew çeng çi ye roja ewel
Çeng û lîsan jî digirî
Deng têt ji sazê pir emel
Tembûr tiraş û kun kirî
Işq û evîndarê te dil
Hubba di nîvê çêkirî

Amadekar: Îslameddîn DEMİRKAYA

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?