Wê rojek bêt wê em nebin
Jiyan bibe wek seru bin
Ew jiyan weke xewneke
Rojek bêt em hişyar bibin

Bi rastî jiyan wek xewne
Kes namîne li yek kewne
Her kes dema xwe diborîne
Gere em gelek baldar bin

Lewra roj çû êdîn nayê
Temen diçe weke bayê
Kî baldar be Xwedê dayê
Yê di xew de ne xewar bin

Yanê xewn û xew xeflete
Lewra jiyan pir taybete
Dema derfet çû ji deste
Em ê li xwe bixin mixabin

Me tim dem borand bi xeflet
Xeflet bo me bû wek adet
Me li xwe nedît qebehet
Me digo em ê hey bi hêz bin

Lewra me derfet ne nirxand
Me temen li edmê borand
Dawî me stuwê xwe xûrand
Lew em kal wê j’sihetê bibin

Em ciwan bûn me fêm nekir
Em pîr bû me taqet nekir
Me xwelî li serê xwe kir
Em ê bê berhem windabin

Celan li xelkê nerêne
Li pêşerojê birêne
Bi cehlê re bike qirêne
Wê roj bê ev derfet nebin

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?