Sala duhezar û bîstî
Li dinyayê weke giştî
Korona wî bobelatê
Şewbek derket wek tofana

Di van çend rojên vê cejnê
Gel tevahî b’her temenê
Qedexeye derketna kolanê
Li Tirkiyê her meydana

Ji roja ‘erefê pê de
Weke heştê w du milyon zêde
Hûr û gir mane di mal de
Her mal bûn wek karantîna

Xasma kesê şêstu pênc sal
Bûne wek mehkumên li mal
Jibîr kirin hogru heval
Li hev digerin b’têlefona

Dipirsî ji çi kal û pîrê
Dibên bêhna me naderê
Xasma ji pitpita hevserê
Xirabtire ji korona

Mal bû wek hepsa vekirî
Me sûk qehwa jibîr kirî
Em bûn wek kewê kesirî
Wext dibore li balkona

Mana di malde pir zore
Reb bide semax û sebre
Bi rastî wext zor dibore
Nikan derkevne kolana

Mescid û mizgevt girtîne
B’tenê mele bang dixwîne
Xutbe û …

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?