Li ser pirtûka Grigory Petrov û Lehengê Wê Snelman…
Em binêrin bê welatê gol û goncalan çawa dibe welatê leylankên spî.
Petrov di pirtûka xwe de welatê Fîniyan, bi gotineke din welatê Sûoman dişeyisîne. Snelman lehengê pirtûkê ye.
Petrov, gelên Ewrûpî û Fîniyan dide ber hev. Fînlandiya bi zêdeyî ji ciwanan pêk tê.
Li gorî Petrov, fînî nizanin bi dengê bilind biaxivin. Ev taybetmendiya, hurmeta wan a li hember mirovan rê dide.
Mirovên Welatê Leylankên Spî, berî her tiştî li maf û azadiya mirovên din difikirin. Li wê dera nirxê azadiyê pir bilind e.
Li wî welatî ji ‘’mirov’’ tê bawerkirin. Li wir araq jî nayê vexwarin û li jinên bê xwedî û beradayî jî kes rast nayê.
Li gorî Petrov, ji bo nifşên nû kes nikare bi qanûnên berê daraz bike. Li gorî wî gel çawa be rêvebir jî wiha ne.
Lehengê vê pirtûkê dibeje ku gel, wekî axek bêber e, divê destê hunermendekî li vê axê keve. Qala nûsaziyên Martin Luther jî dike û vê jî lê zêde dike: ‘’Heg bi gelekî re taybetmendiyên lehengî û mezinayê hebin ji wî gelî birûsk hiltên.’’
Gelê Fînlandiya tu carî tam serbixwe nebûne. Her car di bin êrîşên derdorê de mane. Heg serxwebûnek demkî bi dest xistibin jî her dem bi tirs in.
Fînlandiya ji bo li hember dewletên dagirker û bi hêz li ser xwe bimîne divê bi çand û şaristaniya xwe ji wan bilindtir be li gorî Snelman. Ji vê, wan jî têkoşîn di vî warî de dane. Mafdar jî derketine fînî. Bi zanistê û çand û şaristaniya xwe li ser piya mane.
Li gorî leheng Snelman, divê mînaktî ji gel re bê kirin. Li ser vî awayî li Welatê Leylankên Spî di her aliyî de tevgerên nûsazîyî destpê dikin. Di perwerdeyê de, di rêvebiriyê de…
Ronakbîrên fînî gelekî hewl didin ku gelê xwe ji van tarîtiyan, bi gotina Snelman, wan ji tajanga hizrî xelas bikin û wan derînin roniyê.
Piştî vê ked û têkojîna xwe û hevalên xwe, rewşa ku Fînlandiya gihaştiyê wiha tîne ziman Snelman:
‘’Maleke mezin û xerabe… Şibakeyên wê tev girtî ne. Wekta ji derve lê tê nêrîn meriv dibê qey kes lê najî… Ev mala hundirê wê tarî û bi rutûbet goristaneke mezin tîne bîra meriv. Lê komek xortên bi hêz û mêr derdikevin û tên. Mirovnî pir kêfxweş û zîrek… Zû bi zû destên xwe dirêj dikin, perdeyan didin alî û deriyan vedikin. Hundirê malê bi tîrêjên rojê bi hewa paqij û bi bêhna kulîlkan tije dibe.’’
Belê… Welatek, bi veguhêrînê wiha digihê lûtkeya şaristaniyê. Mirovên wê bi dengê xwe kesî naêşînin. Li wî welatî qedrê mirovan bilind e û kes xwe daqûl nake ji bo mafê kesî bixwe. Li wî welatî asta hurmetê bilind e.

İslameddin Demirkaya

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?