Peyvek kurdewarî hebû
Mala me stara me bû
Em ne sitirîn, gelê Helepçeyê
Ka bêjin, gelo sedem çibû?

Mirov bûbû hov wê şevê
Mirin xemiland bi bêhna sêvê
Bav hembêz kir delaliya malê
Çi fêde, mala wan jî bû wek gorê

Seddam Huseynê neyar
Xwest nehêle ji kurd re war
Şazdehê Adarê, demsal bihar
Ma, li şûna kulîlkan qîrîn û hawar

Çend kes wê şevê çûbûn mêvanî
Vegeriyan, dîtin dîmenek tofanî
Ne yek, ne dudu bi hezaran mirî
Erd û asîman bihîst ev şîn û girî

Helepçeya birîndar got; Ey dîrok!
Di destê min de nehiştin beybûn û biyok
Ka wê bi çi kêfxweş bibin zarok
Bêje ji hemî mirov û kurdan re
Di bihara rengîn de li me rabû bablîsok

Bêje ji rêber û zanayan re
Va dîsa li kurdan ferman e
Kûr bûye îro, birîn xedar e
Bicivînin hekîman, birîndar li hêviya derman e.

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?