Gelê kurd di nava umeta îslamê de cîkî girîng digire. Di dîrokê de gelê kurd li îslamê û li nirxên îslamê xwedî derketiye, li gelek cî û di gelek wextê de di wexta dijwariyan de li umetê xwedî derketiye û kurdan di rêzên pêş de têkoşîn dane û cîhad kirine û êrîşên neyarên îslamê û mislimanan qewirandine. Di nava wan de alim, vexwîner û mucedîdên xwediyên nirxên bilind gihane û ji bo umeta îslamê peywirên mezin bi cî anîne. Di tevahiya dîrokê de vî gelî pejra biratiyê li ser qewmheziyê, pejra axretê li ser dinyê û pejra jiyîna bi şanazî li ser jiyîna bi hetk kiriye. Gelê kurd di tevahiya dîrokê de gelek caran rolê serkeftinan daye ser milê xwe û biser ketiye. Di serê serkeftinên kurdan de felata Mescîdî Eqsa tê ku ew jî ji destên xaçperestan hatibû xelaskirin. Serkeftinek din jî ev e ku li Misrê xerakirina dewleta Fatimiyan bû ku wan li dijê îslamê têkoşîn didan û li nava Misrê xurafe û bîdet belav dikirin. Ev gelê kurd ku wiha suxra îslamê û umeta misilman kirine piştî ku dewleta Osmaniyan hilweşiya û dewleta Îngilîz û dewletên hevpeyman êrîşên zilmî û kufrî kirin ew jî tûşî gelek zilman bûn. Kurdistan kirin pênc felqe û li her felqî jî rêvebirên zalim bûn raser. Mafê wan ê herî xwezayî û fitrî ji destê wan hat derxistin. Tev ku mafê wan yên çandî tev ji destên wan hatin derxistin, kesê ku bi kurdî jî diaxivîn hatin ceza kirin. Li Komara Tirkiyeyê heyştê salî mafê kurdan hat mandelkirin. Mixabin tirkên xwe xwediyê hişmendiyeke îslamî didîtin jî ketin vê xelitiyê û ji çand, ziman û heyîna kurdan re tehemula wan nema bû. Ewqas ku gelek rewşenbîr û siyasetmedar ketibûn nava vê nîqaşê: ‘’Gelo pirsgirêka kurd heye an na? Yan jî li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye an pirsgirêka PKKyê?’’ Piştî van tiştên bûyî tevî hemd ji Xweda re serokwezîrê heyamê Recep Tayyîp Erdogan li bernameyeke xwe ya girîng ya li Amedê ev rastî anî zimên got ku pirsgirêka kurd heye û vê pirsgirêkê jî divê em çareser bikin. Piştî vê axaftinê Leyla Zana jî gavek avêt û ev got: ‘’Li Tirkiyeyê heg yekî pirsgirêka kurd çareser bike hebe ew jî Erdogan e.’’ Serokwezîrê heyamê jî tevî dijwarî û çewisandinan li dijî hêzên hindurî û derveyî yên kûr tevan têkoşîn da û bi hikûmeta xwe, bi birokrasiya xwe û bi yekeyên saloxgêriyê dûringeke girîng rê meşiyan. Berî her tiştî parlementerên herêmê peywirdar kirin û fikra gel têgihîştin. Parlementerên peywirdar bi gel re bi saziyên sivîl yên civakî re û bi endamên akademiyan re hevdîtin çêkirin û dirêj dirêj li ser pêvajoyê axivîn.
Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan bixwe lijneya zilamên hişmend şand herêman tevan ew jî him li nava tirkan him jî li nava kurdan geriyan û ji bo çareseriyê riza wan bidest xistin. Bi vê navgînê pêvajoya çareseriyê bi awayekî çalak destpê kir. Ev pêvajo birastî jî ji bo gelên Tirkiyeyê tevan bû hêviyek. Hevdîtinên ku bi Abdûlah Ocalan re destpê kirin jî gaveke pir girîng bû.
Du salên dawî ne êdî mirov nema tên kuştin, dayik nagirîn, zarok sêwî û jin jî jinbî namînin. Vê rewşê bi giştî gelekî kêfa mirovan anî. Lê beşek jî ji vê geşedanê aciz bû. Birastî ne ev beşa kêmar tenê wekî din hêzên ji derve jî bi vê geşedanê bi vê gava biratiyê aciz bûn. Ew hêzên derveyî bi avahiyên tarî û kûr yên hindur re ji bo pêvajoyê biqurmiçînin hevkarî kirin û berê bûyerên Geziyê, dawî jî bi herekata 17 û 25ê berfanbarê him xwestin hikûmetê him jî xwestin pêvajoyê biqurmiçînin. Hikûmet jî bi van bûyeran biliya û pêvajo bi derengî xist ji ber vê jî keys ket destê hinekan. Birastî jî hêviya gel ya berê a xurt niha lawaz bûye. Em dikarin bibêjin ev jî ji ber cangiraniya dewletê ye.
Di vê maweya dawî de herêma kurdan di bin xetîreyên avahiyeke kûr de ye. Vê avahiya kûr bi teva hêza xwe di bûyerên Kobanê de karê xwe kir. Wekî di tevahiya dîrokê de diyar dibe jî emperyalîzma kufrê û teva komên nijadperest dîsa li ser kurdan siyasetek kûr dimeşînin. Amerîka, Îsraîl, Îngilîz û dewletên serdest yên Ewropa bi dewleta Safewiyan Îranê re payman danîn û dixwazin ku li Rojhilata Navîn wargehek leşkerî ava bikin û navbireke aborîyî vekin. Li ser vê jî mebest ji wan ku dirûvekî nû bidin herêmê. Ev herba ku li Sûrî hat dirêjkirin û aloziya Iraqê a mezhebî û di van mehên dawî de heg li Sûrî be heg li Iraqê be rêxistina bi xeter a ku bi navê IŞÎD û DAIŞ tê zanîn dîsa van hêzan derxistiye ku li ser ruyê erdê misilmanan xerab rê bidin û dixwazin îslamê li ber çavên mirovan reş bikin. Bi vê re jî dixwazin ku Pêvajoya Çareseriyê a li Tirkiyeyê biqurmiçînin û bi awayekî, Tirkiyeyê jî bikişînin nav herbê bo rê li pêşveçûna wê a dinyê bigirin.
Divê Em Destê Xwe Sivik Bigirin
Ji bo hevgirtina Xaçperest-Safewiyan bê xerakirin divê çi gav hebin zû bi zû bên avêtin. Heg ev keştî wergere kî tê de be wê bifetise. Divê hikûmeta Tirkiyeyê bi wêrekî mafên kurdan di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê û her wekî dî çi mafên çandî hebin divê tevan berî Îranê bide. Ev jî peywira hikûmetê ye ku HDPê û HUDA PARê ji bo provokeyan hişyar bike.
Pirsgirêk
-Diyanetê peywira xwe baş bi cî neaniye.
-Dewletê wekî berê qedir nedaye misilmanên jidil, ji dêvila wan peywir daye axayan, şêxan û beşa bija rteyan.
-Li herêmê bandora Îranê her ku dere zêde dibe.
-Wezareta Perwerdeyê xweşikî peywira xwe bi cî neaniye.
-Cemaetên îslamî bi qasî bes be bi derd û kulên gel netêkiliye û peywira xwe a mezin; fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê bi cî neanîne.
-Demeke dirêj e ku avahiya rastênhev misilman xapandine.
Çareserî
– Divê di zimanê kurdî de li herêmê xutbe bên dayîn. Divê bernameyên ku Diyanet li herêmê çêdike bi wêrekî bi kurdî bên çêkirin.
– Divê Wezareta Perwerdeyê, saziyên civakî yên sivîl yên îslamî û Diyanet bi hev re li ser perwerdeya ciwanan bisekinin.
– Divê baweriya Ehlê Sunetê li pêş bê girtin û ji bo pêvajoya çareseriyê jî saziyên sivîl yên civakî û beşên siyasî yên wekî din jî tevlî pêvajoyê bên kirin.
– Divê li her bajarî dibistanên ku perwerdeya bi kurdî dikin vebin. Li herêmê û li dinyê divê xetên televizyonan yên ku di xêza Ehlê Sunetê de yên bi kurdî bên vekirin.
– Divê em bi kurdan bidin zanîn ku heta niha yên mafê kurdan ji destê wan derxistibûn ne em in; ew kes yên laîk, yên nijadperest û xwedênenas bûn. Ev pêvajo û aştî bi tevayî ji îslamê tê û îslam aştî û biratiyê dixwaze.
Herî dawî spasdarî ji Xweda re ye.

Melle Ali Özgüç

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?