Îslameddîn DEMIRKAYA

Di vê dema ku gelek tişt eslê xwe wenda kirine de sirûşt me xweşik disekinîne, me xweşik dike û me dîsa vedigerîne eslê me.

Hewce nake em ji eslê xwe dûr bikevin. Ji xwe em xweşik hatine afirandin. Eslê me halê me yî fitratê ye.

Gava em wa li sirûştê binerin, em lê tefekur bikin, em lê guhdar bikin hizûrek nayê gotin tê mere. Li her aliyî xweşikayiyek tê xuya. Wek niha ez li sirûştê guhdar dikim. Wext meha Remezanê ye. Melê sibê nû azan daye. Şev tarî ye hîna, lê dengê çivîkna tê ji ezmanan; çiqas xweş e! Ez nizanim çi cur çivîk e jî, ka zilzilîk e ez nizanim. Hew ez zanim di vê şevreşê de dengekî xweş bi ezmên xistiye.

Divê em însan nêzîkî axê bin, em nêzîkî avê bin, em nêzîkî keviran, şînkayê, em nêzîkî car û newalan bin. Bera pêlên bahran li çîpên me xin, me hebkî bijidînin, bera em derkevin nav rezan em li kewan, li kewşînkan, li kîvroşk û tîtiyan rast bên. Bera zarok ji mêwên tirî ji xwe re goşiyên tirî jêkin. Bera dîlimên petêxan biqeşêrin û şimamokan bîn bikin. Bera herin ser darên tûyan û tûyan biweşînin, bera ji xwe re li ser axek paqij limêj bikin, bera li bin siya darekê xewa sibê bikin. Evana tev ji jiyana sirûştî ne.

Gava pez li çolê li nav pirêzên nîskan tozê bi ser serê xwe dixe û xirmixirmê ji wan nîskên nav kayê tîne kêfek dikeve dilê mere… Tew ew bîstanên berdayî û cebeşên payizî ên sibê, wanê cemidî ku mere li erdê dixe û reng sor î pembe. Ku kêr jî hazir tunebe, dimîne her tiştê mere destê mere.

Sirûşt e ev. Gava mere pê rû bi rû dibe pêwîst e mere îşê xwe bimeşî ne. Ro, hîv, stêrk… Mere bê heval namîne.

Li alîkî ev xweşî û li aliyê din dûrketina ji fitratê a mirovan a vê serdemê… Însanên ji hev dûrketî, giyanê bîn çikiyayî, ev zilm û dixana bi erdê ketî…

Mirovên berê bêtir bi sirûştê re bûn, sirûştê bêtir ew vedigerandin ser fitrata wan. Însan bi vî hawî bêtir mirovhez bû, bêtir ji dil û can bû. Divê em dîsa li mirovheziya xwe vegerin, em rahmê têxin dilê xwe, em li hev bipirsin û slava xwe zêde bikin, heyayê ji dest bernedin û em xweşik li çavê hev binerin. Ne em di asansoran de pişta xwe bidin hev, berê xwe bidin eynê û em pizikên xwe biteqînin.

Wextek nêzîk em ê têkevin nav axê.

Însanên di ber mere re herin divê tişkî mere ji wan re hebe; yan silav yan heya.

Wa îja dengê çûk û kewşînkan tê.

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?