Selam ji wan şehîda ra,

Kû ew gemîya ôla İslam’ê wexta kû nêzîka kevîyê dibe

Bi saya xwîna wan berdewama soberîyê dike!

 

Yek ji wan şehîda bu Muhammed Mursî.

Kâfir u hevâlên wan ji doza wî pir ditirsî.

 

Egîd bu wek Şêx Seîd, wek Seîd’ê Nursî.

Fedakârê ummet bu Muhammed Mursî.

 

Aşiqê Aqsa’yê, âlîkârê Fîlîstîn bu Mursî.

Wezîfa xwe cih anî, halê ummet dipirsî.

 

Bi jîyana xwe, ji mera mînakek xweş bun.

“Zarokên me ji mera ê bêjin ew zilam bun.”

 

Li ser riya Heq, li şopa el-Bennâ de difikirin.

Weşandina doza xwe li tu derê bir nedikirin.

 

Her wext hemberê kufrê bun, ew fîkra qirêj.

Ya Rebbî doza wan daîm bikî, tesîra wî dirêj.

 

Xortên Îslam’ê, şîyar bin ne wextê xewêye!

Jibo axretê wextê ‘amelêye, ne ê sekinêye…

Bilal SOYSAL

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?