Ji sala du hezar û hevdeha, li bajarê Rihayê,
ji welatê Pêxemberan.Em dibêjin slav û slav û
bi hezaran slav ji te re be şehîde pîroz, ez nema
dizanim ku ez bi kîjan navî ez bang bikim te şehîdê
min. Ez nizanim ez bibêjim bira, û ez nizanim ez
bibêjim Mamoste, û ez nizanim ez bibêjim şehîd.
Ez nema dizanim bê ez çi bêjim, ji ber ku hezkirina
te di dilê min de bûye mîna şewqa rojê, û tu dizanî
şehîdê min, her cara ku tu tê bîra min, bixwe ,ne
aqil di serê min dimîne, û ne çokê min li pey min
tên, û ne şev li min dibe şev û ne roj li min dimîne
roj, şehîdê min ê pîroz, mamosteyê min ê hêja, û
birayê min ê delal ez xwe dikim qurbana te û ez
ciwaniya xwe li ser te dikim te şevekê tenê tê bê
xewna min şehîdê min, ji ber ku ez dîsa bibînim
her du çavên te yên belek û ji ber ku ez dîsa bibînim
bejna te ya zirav û rûwê teyê bi nûr,
û tu dizanî şehîde min, dil xwestina te ya ku
çekirina komeleya îro hatiye cih û dil xwestına te
ya ku xwendina ilm û bi pêşketışina biratiyê îro ew
jî hatiye cih şehîdê min.
Bixwe bê şek û bê şibhe ez dizanim ku vêga tu di
nav me de ye û tu me temaman jî dibîne lê belê bes
min xwest ku ez dil xwestina te ez disa bînim ziman
şehîdê min, mamosteyê min ê ezîz pîştî vexwarina
şerbeta şehadeta te ev heft sal derbasbûn lê hê jî
mîna roja peşî hê navê te li ser zimana ye.
Şehîdê min ê pîroz, ez ji te re sond dixwim û ez
dibêjim welehî welehî heta ku girêka kefenê min jî
girêdin ez te ji bîrnakim, heta ku girêka kefenê min
dîsa jî girêdin ez te nadim ji bîrkirin
birayê min ê delal, mamosteyê min ê hêja û
şehîdê min ê pîroz ez bi xwe vêna her tim dibêjm
û ez her tim di dea xwe de ez tînim ziman û ez
dibêjim ku çawa dilê me ji te xweş bû û çawa em ji
te razî bûn dilê xwedayê min û pêxemberê min jî ji
te xweş be şehîdê min.
Û tu her tim bimîne di xêr û xweşiyê de, û tu her
tim bimîne di nûr û geşiyê de.
şehîdê min ê pîroz û mamosteyê min ê hêja û birayê
min ê delal, Şehîdê Xeze Şehîd Elî Heydar Bengî…..

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?