Min xwest helbestekê çêkim

Behsa corona vîrus kim

Li ser mijara wê şobê

Binivsînim û belav kim

 

Corona derket li Çînê

Bû bela li serê dinê

Ew şoba coronayê

Baş nabe bi çi dewayê

 

Ew corona ecêbmayê

Ketye rojeva dinyayê

Tiba dinê l’ser radiweste

Çareserî jê dernayê

 

Lew ew corona vîrus e

Bobelatek gelek pîs e

Niha dermanê wê tune

Vîrusek bê deng, bê his e

 

Vê sedsala bîst û yekê

Ew êşa ku wek şobekê

Corona vîrus wek weba

Dinya xiste nava riskê

 

Corona li kû der derê

Mirovan tixe xeterê

Qorona şobek wisa ye

Bi kê bigre, dixe gorê

 

Li Çînê derket ji nîşka

Xwezî bi êşa mirîşka!

Ew şoba wê coronayê

Belav bû li gelek ûlkan

 

Pêşî derketibû li Çînê

Çû Îtalya hat Îranê

Hem derket li Rojhilatê

Pakîstan hem Hindîstanê

 

Xwedayê min Tu dûr bigre

Biparêz hemû dever e

Hem derdekî bê derman e

Yê pê bikev her dimire

 

Belku çare yek jê ev e

Mirov ji hev dûr bikeve

Bi sabûnê dest û rûyan

Her dema xwe bişû pê ve

 

Destdana hev û maçkirin

Divê bên qedexe kirin

Lew vîrus tiştek hesas e

Qenc ew e, l’hev silavkirin

 

Ji corona bi her tarz e

Ji wê şoba bêmerêz e

Reb me afirandin tev e

Hêvîdar im biparêze

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?