Ev sal saleke xerîbe

Gelo wê ev rewş çewa be

Ji ber şoba qoronayê

Wek mizgeftan ku girtî be

 

Sed carî wey mala min ê

Me ev yek jî dit li dinê

Harema Mekke Medînê

Tewaf bi çivîkan ma be

 

Serokê karu barê dîn

Derket tv ê peyam xwendin

Got mizgeft mescidan radin

Wê mizgeft bê cemaet be

 

Wan mîhrab û wan mîmberan

Meqamê her pêxemberan

Vale mane yê her deran

Ferzu kîfayet wê l’mal be

 

Me vê jî dît dawya dawî

Mizgeftên me mane sêwî

Qorona bû bela qewî

Mala min ê wê çewa be

 

Kesî ne dît heya ev wext

Li ti diwêl li ti welat

Mizgeft ku man bê cemaet

Dûa bixwînin ev şob rabe

 

Ev î şoba qoronayê

Wek ‘ezmûnek li dinya yê

Me hêvî ji Wî Xwedayê

Ku wê sehîl derbas bibe

 

Ya Reb Tu Reb ek mezinî

Va ye rewşa me dibînî

Barê giran li me nexînî

Mizgeft bê cemaet nabe

 

Lewra mifgeft mala te ne

Ew jî şûbe yên beytê ne

Rawesgahê mûmina ne

Weke ku mizgeft sêwî be

 

Mala min ê ev çî hal e

Mizgeft ma vale di nale

Bê cemaet û bê mele

Înşellah dawî bi xêr be

 

Ya Reb Tu çêtir dizanî

Bi rewşa me her zemanî

Helbesta Ebdulah Celan î

Ku nivsand wek erzûhal be

 

Xweda ev tê ji destê min

Stêrkê çavan ji hestê min

Dirijin ser helbestê min

Hêvî ku ev ji bo Te be

Misirc-2020

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?