Ana Sayfa Kurdî Mirinê Fedî Kir Ji Xwe

Mirinê Fedî Kir Ji Xwe

0

Rojê gazî kir û got:
Law! Ma êdî ne bes e?
Erd û ezman hêvî kirin:
Ey zilm û bêdadî raweste!

Qêrînên zarokan û şînên dayikan,
Qehr û kedera bavan erşa ezîm hejand.

Ne mafên însanî
Ne hiqûqa navneteweyî
Ne jî dewletên misilmanî
Bêçare, ya Reb tu ji me re wekîl î,
Tu ji me re wekîl î
Çiqas wekîlek û alîkarek xweşik û spehî yî!
Ji te pê ve tu kesê me nîne ya Rabbî!

Belê, çiqas rast gotiye ayeta kerîm
Nî’mel mewla we nî’mel nesîr!

YORUM YOK

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?Cevabı iptal et

Exit mobile version