Ma qey tu jî ket?
Li xwe miqate be Xorto!
Hêviya mal û malbata te tu yî
Hêviya kesên ketî tu yî
Toz û tibara li ser xwe paqij bike
Îro zarokên îslamê li peravan dixin
Li delavên çeman êdî av ne zelal e
Teyrik jî zilma kafiran dibînin
Ji bilî vê
Wêneyên bêheyatiyê le cem qaqlîbazan hene
Sûkên me jî êdî me ditirsînin
Lawazbûna di baweriyê de wê bigihêje ku nizanim
Agir jî heye tew hatiye jibîrkirin wek
Xemgîn im xortê xoşewîst ji ber vê rewşê
Ka tu bîne bîra xwe hevalên Pêxember
Wan lehengên cengawer
Wanên îslam ji wan re doza herî bilind bû
Evîna payebilind bû
Ew li çar aliyên dinyayê, wek stêrkan belav bûn
Evîndarên doza xwe bûn
Rabe xortê vî welatî
Ev axa bêtixûb tev a te ye
Ji te re tixûb tu jî zanî, îmana te ye.