Rojê gazî kir û got:
Law! Ma êdî ne bes e?
Erd û ezman hêvî kirin:
Ey zilm û bêdadî raweste!

Qêrînên zarokan û şînên dayikan,
Qehr û kedera bavan erşa ezîm hejand.

Ne mafên însanî
Ne hiqûqa navneteweyî
Ne jî dewletên misilmanî
Bêçare, ya Reb tu ji me re wekîl î,
Tu ji me re wekîl î
Çiqas wekîlek û alîkarek xweşik û spehî yî!
Ji te pê ve tu kesê me nîne ya Rabbî!

Belê, çiqas rast gotiye ayeta kerîm
Nî’mel mewla we nî’mel nesîr!

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?