Nebêje ma ez çi bixwînim şaşmayî
Neger li derdorê wek ê beredayî

Pêşî bixwîne Qurana xwe ya pîroz
Ji doza Rebê xwe ra bibe dilsoz

Piştî wê rahije hedîsên Pêxember
Ji wê rêya biqedr re tu bibe rêber

Paşê her ilmekî bixwîne hinekî
Ji her yekî nesîbê xwe parçekekî

Bixwîne hem tarîx û helbest hem civak
Hem fikrên xelkê hem çiqas tiştên mînak

Çê dibe di qadekê de bibe zanyar
Ne ku xwe ji wan ên dî bihêle bêpar

Bixwîne her tiştên te dît ên qenc û rind
Ji wan jî binivîse tiştên nirxbilind

Ji wan tiştên te nivîsî ji ber bike
Xetên herî biqedr, dîsa tekrar bike

Bipeyive bi yên jiberkirî ji wan (xetan)
Şa bike yên guh didin te ji mirovan

Bal xwendinê bibe kom bi hevalan re
Zehf hûr e xefka şeytan ji civatê re

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?