Li ser binyadek bedew hatine afirandin mirov. Binyadek qedirbilind. Di serî de wek hêzarekî spî ye giyanê mirovan. Ezmanekî çik sayî çawa ye werê. Ev paqijî heta pîleyekê didome. Lê ji astekê pêve giyan çarmedor di bin êrîşên bandorî de dimîne. Evîn jî ev arîşe…
Evîn hestek pir serbixwe ye. Ji ber ku evîn nayê pîvan, ne berbiçav e, kes nikare dest dirêjî wê bike û dora wê jî nayê dorpêçkirin. Ew jî wek hevalên xwe di kulmoza hestan de dijî. Lê evîn ne hestek mozî ye. Çiqas berhemên wê hingivîn bin jî.
Darazê tu kesî li ser evînê tune. Bi kê re hebe evîn, wî/wê ekla jiyanê çêjandiye.
Çêjeke dilînî ye evîn. Birîdeya nava dilan e. Evîndarên ber awêneyan dimizicîne. Miczekê dixe jayana wan.
Tê gotin ku dil her car di nava fetlekê de ye. Fetleke bê betil. Ma ne destar e em ku bixwazin, em berê wî bidin wir. Danaturuze dil. Tebatî lê tune. Ne xew lê heye, ne qetekê. Her car çirivîtikan dide xwe. Carcaran difûre dil, carcaran dikûre, carcaran jî mazûban e dil. Mêvanên wî yên dilhejên li derî dixin carna.
Tevliheviyên dil xelas nabin. Ji ber ku ew her car di fetleke nedîtbar de ye. Ew fetlên razber, bê guman ji êrîşên giyanî xelas nabin. Timî şiliyek reşebaranî li ser heye. Bê guman ji vê reşebaranê evîn jî bê gîhev namîne. Ji ber ku jêdera evînê dil e divê dil jî timî ji êrîşên giyanî bê parastin.
Evîn sîwana dilşadiyê ye. Sîwaneke hezbelêv. Li bin vê sîwanê tiştên kirêt naniqutin dilên meriv. Bê guman hesteke sîbelêv û hênkayiyeke sîwanî jî heye li vê derê.
Pêwîst e dil timî xwe bispêre spêreyekê. Spêreyeke spare: Xwedê. Hew bi vî awayî evîn tê parastin û giyan li ser xwe dimîne.
Pêwîst e em xwe bi rengê Xwedê birengînin. Ma kî ji Xwedê xweşiktir direngîne. Divê dil û evîn jî ji vêya bê gîhev nemînin.
Spardeyî Xwedê bin.
Îslameddîn Demirkaya