Seyîd Eliyê Findikî ji herêma Cizîrê bû. Şexsiyetekî navdar, zana, alim, helbestvan û mutesewufekî kurd e.

Di 1892yê Mîladî de li gundê Findikê yê girêdayî Sêrtê hatiye dinyayê. Zaroktiya xwe li Findikê derbas kiriye. Xwendina xwe ya peşî jî li cem bavê xwe kiriye. Dûv re war bi war, gund bi gund gereha û ilm stand. Piştî asta standinê dest bi dayîna dersan kir. Dawiyê de îcazet bi dest xistiye û îcazeta wî ji bal hikûmetê ve tehsîla mezin hatiyê qebûlkirin. Gelek mirovên li derdora wî pirsa fetwayên xwe jê dikirin. Piştî vê jî li ser daxwaza Şêx Seyda diçe cem wî. Bi xwestina wî dîsa demekî dirêj li gundê Şêx Seyda dersê dide.
Seyîd Elî, di sala 1967an de wefat kir. Li Cizîrê, li cem tirba Şêx Seyda li Taxa Qelê hatiye definkirin. Li ser tirba wî ev çarîna wî ya meşhûr hatiye nivîsandin.
Di dinyayê heçî rabe
Feqîr û şêx û axa be
Ji ber mirnê xilas nabe
Di şerq û hem di xerbê da
Berhemên Wî
Dema ku ji vê dinyayê koç kir gelek berhem hiştin li pişt xwe. Ew jî wekî pir şexsiyetên edebiyata klasîk a kurdî mirovekî pirziman bû; ji dîwana wî tê fêmkirin ku herî kêm erebî, farisî, tirkî û kurmancî dizanî. Çiqas berhemên xwe bi erebî nivîsandibin jî dîwana wî ji xeynî helbestinan hemû bi zimanê kurdî ye. Helbestên xwe bi kurdî, erebî û farisî nivîsandine.
Di helbestên xwe de mijarên wekî mirin, wefadarî, dostanî, qencî û xirabî, xurbet û xerîbî bi kar anîne.

Li ser ehlê zemanê xwe gelekî nivîs afirandina û pir caran behsa bêwefatiya ehlê heyama xwe heta yên ji mela, alim, sofî û zanan dike û gazinan ji wan dike. Loma helbestên wî wekî we’z û nesîhetan in li nefsa wî, li civake, li mela û şex û sofiyên heyamê.
Zimanê helbestên Seyîd Elî, bi hêsanî tê fêmkirin. Bi helbestên xwe pirsgirek û nexweşiyên dewra ku tê da jiyaye aniye ziman. Wexta ku ev tişt kirî jî pir caran biwêj û gotinên peşiyan ên bi kurdî bikaraniye. Gelek gotinên wî bi xwe jî her yek ji wan bûne wek gotinên peşiyan.
Ji bilî dîwana wî di warên ilmê islamî de jî hinek berhem amade kirine. Navên wan ev in:
1- Def’uş-Şûbûhat fî Nezm et-Terehat (Erebî ye li ser fikrê)
2- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el-Beydawî (Tefsîr)
3- Rîsalet el-Lem’e fî Î’adetî el-Cûmû’e (Fiqih)
4- Rîsaletun fî Necatî Ebeweynî en-Nebiyyî (Î’tiqad-Siyer)
5- Rîsaletun fî Cewazî Def’î ez-Zekatî îla Benî Haşim we Benî el-Mûttelîb.
6- Zulfeqarê Elî ‘Ela Reqebetî Munkîr el-Îstîmdadî Mîn Nebîyyîn ew Welî (Eqîde)
7- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî (Hinek îzahat in, li ser dîwana Melayê Cizîrî)
Helbesteke Wî a Nadîde û Wergera Wê Bi Zimanê Tirkî

Elî Rabe Heta Kengê

Elî rabe heta kengê
Tu xafil bî bi vê rengê
Bişo qelbê ji vê jengê
Here rêrast di ce’dê da

Ey Ali! Uyan, ne zamana dek
Gaflet örtün olacak bu renk
Kalbini bu pastan yıkaman gerek
Ta ki dosdoğru gidesin yolda

Te bê fayde ‘umur bûrand
Di qelbê xwe le’in rûnand
Heçî qencî te jê fûrand
Rija tev çû bi erdê da

Ömrü sen boşa harcadın,
Kalbine şeytanı kondurdun
Ne iyilik varsa onda, taşırdın
Gitti hepsi, döktün yere

Dibî poşman li vî ‘umrî
Dema ku tu biçî bimrî
Heçî ‘umrê te ma gorî
Biborîne di tewbê da

Pişman olursun bu ömre
Bu diyardan göçüp gittiğinde
Ne kaldıysa ömründen geriye
Geçir tümünü tövbe ile

Bike tewbe bi qelbê saf
Eya bê ‘eql û bê însaf
Ne kû dîsa bikî îxlaf
Di vê soz û di ‘ehdê da

Tövbe et temiz kalple
Ey akılsız, insafsız kimse
Muhalefet etme yine
Bu söze, bu ahde

Çi ku tu pur ne guhdar î
Dikî tewbe bi sed zarî
Ji subhê nabî êvarî
Tu tê car dî bi şûnê da

Çok fazla kulak asmıyorsun
Yüzlerce yakarışla tövbe ediyorsun
Sabah daha akşam olmadan
Dönüyorsun aynı yere

Heta kengî tuwê ha bî
Ji vê razanê ranabî
Li ser rêka xwe kar nabî
Heval çûne tu may cî da

Ne vakte kadar böyle kalacaksın
Bu uykudan uyanmayacak mısın
Yoluna hazırlık yapmaz mısın
Dostlar gitmiş bir sen kalmışsın

De ka rabe ji vî halî
Nebe mexrûr bi vî malî
Qe nabêjî demek xalî
Diçî axir di qabrê da

Haydi son ver şu haline
Mağrur olma bu mal ile
Demez misin bir an bile
“Sonunda gideceğim kabre”

Di dunyayê heçî rabê
Feqîr û şêyx û axa bê
Ji ber mirnê xilas nabê
Di şerq û hem di xerbê da

Kim geçmişse bu dünyadan,
Fakir, şeyh ya da ağalardan
Kaçamamıştır hiç ecelden,
Ne doğuda ne de batıda

Ela ey sahibê qesrê
Dema ku tu biçî qebrê
Nizam çawa bikî sebrê
Di wê toz û di xebrê da

Ey köşk saray sahibi kimse
Vakit gelip de gittin mi kabre
Bilmem nasıl sabredersin,
O toz toprak içerisinde

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?