Di malde me, di malde be
Heya micala te hebe
Ji her kesekî dûr bibe
Dûa bixwaze ji Reb e
Heta ku ev şewb radibe

Hinek sebru semax bike
Dûa bike ji nava dil ke
Him tevdîran jibîr neke
Çi mêvanan qebûl neke
Heta Xwedê rehmê rêke

Bo nas û dostan rêz bigre
Bo hezkiryan û hogire
Lê bi destê kesî negre
Her kincê pakij wergre
*Aşik ji xwarnê danegre= Mide
Mana di malde dermane
Li gor vî tiba zemane
Hekîman ev biryar dane
Bo vîrûsa korona ne
Ji hev dûrbin sê gavane

Bide ber dev û poz maske
Tim kolonya li desta ke
Desta bişû sabûn bike
Eman ha sersarî neke
Lew ew jî wek dermaneke

Di malde runê û palde
Cixare w qelûna hilde
Wek bijîşkê be di malde
Wek pispor be di pergal de
Bibe mînak di nav gel de

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?