Baba Tahir helbestvanekî beriya hezar sal berê deng daye hola edebiyata kurdî. Çiqas heyf e ku der barê jiyana wî de gelek agahiyên esehî di destê me de nînin. Li ser jiyana wî çêtir û bêtir em karin ji helbestên wî agahiyan bistînin.

Li gor gotinekê di sedsala Xem (935-1019) de hatiye dinyayê. Li gor gotineke din jî di sedsala XIem de jiyaye. Ev gotina duyemîn jî ji rastîhevhatina wî û Tûxrûl Begê Selçûqiyan a di sala 1055an de bihurî tê. Heger em li gor vê dukarê/rîwayetê herin em ê bibînin ku heta 1055an jî jiyaye.

Baba Tahir mirovekî helbestvan û derwêş e. Ehlê tesewufê ye. Li herêma Hemedanê ya ku heta niha jî warekî/parezgehek di nav Îranê de ye, hatiye dinyayê. Ew lorî ye. Ji ber vê jî navê wî bi temamî Baba Tahirê Uryan yê Lorî yê Hemedanî ye.

Hinga ku ji aliyê mutesewuftiya wî bi dîrokî em binirxînin em dê bibînin ku ew beriya gelek kesayetên mutesewuf ên bi nav û deng hatiye dinê. Îbn Arabî, Mewlana, Haci Bektaşî Velî, Ahmed Yesevî, Omer Xeyyam hemû piştî wî jiyane. Hevdemê Îbn Sîna ye.
Wexta ku Tûxrûl Beg tê herêma Hemedanê li wir sê kesayetan ziyaret dike, yek ji wan kesayetan Baba Tahirê Uryan e. Ev jî rastiyekê berçav dike ku li ber dilê gel û hikumdaran mirovekî hêja bû.
Ji xeynî wan, tiştên ku em karibin ji helbestên wî derxin ew mirovekî qelender e û jiyaneke bi kul û keder derbas kiriye. Her dem êşa hebûnê kişandiye. Di jiyaneke neyîniyê de heyînî ji xwe re dîtiye.

Berhemên Wî:
Baba Tahir, yekem nav e ku tê nasîn di warê edebiyata klasîk a kurdî a nivîskî de. Hinek berhemên Baba Tahir heta îro gihaştine destê me. Berhemên wî yên ku herî tên zanîn dubeytiyên wî ne. Ji xwe bi dubeytiyên (an jî çarînên/Ruba’î) xwe meşhûr e. Ji bilî dubeytiyan Kelîmet-ul Qîsar a wî jî gihaye roja me. Ev jî li ser tesewufê hinek peyv û kelîmeyên wecîz in. Xezeline wî jî hene.

Dubeytiyên ku nivîsîne beriya Xeyyam bi 150 salî, bi zaravayê kurdî ê lorî ne. Ji ber ku lorî nêzîkî farisî ye nîqaşek derketiye holê û hatiyê gotin ku ew bi eslê xwe ji farisan e. Pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî ne.

Mijarên di helbestên wî de ev in: Eşq û evîna îlahî, derdê evînê, mirin, heqîqeta hebûnê, eşqa îlahî û yên wekî van mijaran. Di pêvajoya dîrokî de guhertin li ser resentiya helbestên wî çêbûye.

Ez im ew bazê spî yê Hemedanî
Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî
Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya
Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî

Ben ki o Hemedanlı beyaz şahinim
Dağ başına usulca yuvamı yerleştirdim
Kanatlarımla dağ dağ gezer
Pençelerim ile avcılık ederim

Aşiq ew e ku her dem bi bela be
Mîna Eyyûb bi kurman muptela be
Wekû hesen binoşe tasa jehrê
Mîna Husên şehîdê kerbela be.

Aşık odur ki her dem imtihan olur
Eyyüp misali kurtlara müptela olur
Hasan gibi, zehir tasından içer
Hüseyin gibi Kerbela’da şehit olur

Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye

Gönül yar ise yar kimdir peki
Yar gönülse, gönlün adı ne ola ki
Yar ile gönlü karıştırır oldum
Bilmiyorum gönül ne ki yar ne ki!

Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê

Ya Rab! Kime gideyim ben, kime gideyim ben
Kolum kanadım kırık, kime gideyim ben
Herkes beni geri çevirse de sana gelirim
Sen beni geri çevirsen kime gideyim ben

Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse

Âşık dediğin ölümden korkmaz
Âşık zincirden, zindandan korkmaz
Âşık olanın yüreği aç kurda benzer
O, çobanın ürkütmesinden korkmaz

Bê te yek dem dilê min kêfxweş nîn e
Eger rûyê te bibînim xema min namîne
Eger derdê dilê min bê parvekirin
Li dinyayê qet dilekî bêderd namîne

Sensiz bir an bile gönlüm mutlu olmaz
Yüzünü görecek olsam derdim hiç kalmaz
Yüreğimdeki dertler pay edilecek olsa
Dünyada dertsiz tek bir yürek kalmaz

Di ber goristanê re buhurîm kêm zêde
Min halê dewlemend û feqîran dît tê de
Ne feqîr bê kefen ketibûn bin axê
Ne dewlemend biribû ji kefenek pê de

Az biraz yürüdüm mezarlığın yanında
Müşahade ettim fakirle zenginin halini orada
Ne kefensiz bir fakir girmişti toprak altına
Ne de zengin alabilmişti yanına bir kefenden başka

Her kî derdê wî nîn e, bimre çêtir
Dilê bê derdê eşq, pûç bibe çêtir
Seherê bilbil li ser gulê digot
Her kesê ku bêeşq e, bimre çêtir

Kimin derdi yoksa ölse yeğdir
Aşk derdinden yoksun gönül çürüse yeridir
Bülbül seherde güle konmuş diyordu ki
Âşık olmayan kimse ölse daha iyidir

Dilê bêeşq, biçilmise çêtir e.
Kesê bêderd eger bimre çêtir e.
Canê ne sabit e l’ser riya eşqê.
Zerre zerre bikizire çêtir e.

Aşk taşımayan yüreğin solması yeğdir
Derdi olmayanın ölmesi daha iyidir
Aşk yolunda sebat etmeyen kim varsa
Zerre zerre alazlanması daha evladır

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?