Kom bûne dîsa li vî welatî,
Morîkên hêviyê.
Dil heye ku bibin risteyek;
Risteya biratiyê.

Di paxila vî zemanî de
Zarokên Selahedîn dijîn.
Tev bawer in,
Tev rûken in.

Çiqas hatibin rijandin jî morîkên risteyê,
Dixwazin ku dîsa bi rist bin,
Dest hev bigirin,
Yek dil bin.

Dûr dikevin ji tiştên kirêt,
Xoşewîst in,
Bi gustîlk in,
Gustîlka îslamê.

Îslameddîn DEMİRKAYA, Avrêl 2014

Önceki İçerikKürt Sorunu: Küllenmiş Anılar Üzerinde Türkiye’de Halkların Kardeşliğinin İnşası
Sonraki İçerikPêvajoya Çareseriyê û Çalakiyên Kobanê