Feqî Dibêje:
Ellah Çi Zatek Ehsen e
Ellah çi zatek ehsen e
Zêde letîf û qadir î
Mexlûq hemî nexşê te ne
Vêk ra li hemyan fekirî
Hemd û sena laiq we ne
Yê erşê ezîm çêkirî
Erşê ezîmê ekber e
Zînet û raza merkezî
Ew kursiya heq li ser e
Bêşems û gerdûn dibezî
Heq wahid e witr e fer e
Bê newm e baxvanê rezî