Sehabe çi xweşik û qenc bûn. Bi her awayî hewl didan ji bo Xwedê û dînê wî îslamê. Sehabiyan xwe ji bo îslamê dikirin şûr, xwe dikirin mertal. Li qadên şer dibûn serdar. Derfetên xwe di rêya Xwedê de bi kar tanîn. Ji bo wî difikirîn, ji bo wî dimeşiyan, ji bo wî sebir dikirin, ji bo wî dev ji rihetiya xwe berdidan, ji bo wî şer dikirin ji bo wî digiriyan û ji bo wî dimirin. Ji bo Xwedê dev ji her tiştî berdidan; ew tişt çiqas jêneger bana jî. Hz. Elî ji bo şerê navbera du mirovan bidawî bîne heqê xwarina zarokên xwe li vê navbên çêkirinê dabû.
Sehabiyan bi gelek awayan suxreyên îslamê kirine. Ji bo îslamê hinek suxreyên sehabiyan jî ev bûn ku ew jî suxreyên medyayî ne.
Her wekî tê zanîn medya dikare reş spî, spî jî reş rê bide. Lê dikare reş reş, spî spî jî rê bide. Heg bixwaze dikare civakê ji rojevê dûr bixe û bi tiştên tewş jî biştexilîne û dikare tiştekî din bike rojev jî. Di esra seadetê de medya ne bi rengê îro, bi rengekî din bû. Ciyawaz ciyawaz çalakiyên medyayî hebûn.
Di esra seadetê de jî û di dewra cahiliyê de jî girîngiya wêjeyê zêde bû. Gelek kesan gelek fikir bi rêya helbestê digihandin mirovan û bi wan didan ecibandin. Helbestvanan helbest dinivîsandin, helbesta kê herî xweş ba ew helbest li dîwarê Kabeyê dihat daliqandin. Bi vê rêyê ew helbest, bi gotineke din ew hest û fikir tev li herêmê belav dibûn.
Wî wextî bi helbestekê xwîn jî dirijiya û bi helbestekê şer jî betal dibûn.
Ji bo dijminantiya îslamê bi awayekî bi bandor bikin cihûyan wê serdemê girîngî pir didan helbestê. Gelek helbestvanên cihû bi rêya helbestê dijminantiya îslamê dikirin. Nemaze Kab îbnul Eşref serê vî karî dikşand û misilman zêde aciz dikirin. Vî helbestvanî di helbestên xwe de peyv davêtin îslamê û jinên misilman û kafir di dijminantiya îslamê de tûj dikirin. Li ser vê zêdeçûna wî Resûlûllah(s.x.l.) wiha dua kir: ‘’Ya Rebî! Tu min ji Kab îbnul Eşref û ji helbestên wî biparêze.’’ Li ser vê rewşê Resûlûllah(s.x.l.) peywir da Mûhammed bîn Mesleme û ew helbestvan da kuştinkirin.
Bi vî awayî misilman ji şera vî helbestvanî xelas bûn. Digel vê ji bo ciwanan bixapîne Nadîr bîn Harîs konek vekiribû û wî li vî konî ji cawanan re çîrokên îranî digotin û bi van çîrokan ciwan dixapandin û ew li hember îslamê derzî dikirin. Piştî van çîrokên tewş jî keçikan li wî konî kilam digotin û bi vî awayî ciwan xafil dibûn û ji rastiyan dûr diketin. Wê serdemê şehredêrên ku dihatin vekirin jî rolekî medyayî dilîstin.
Li ber van tiştên ku me qal kirin yên medyayî û dij îslam, helbestvanên Resûlûllah(s.x.l.) û tevdîr û xebatên Resûlûllah(s.x.l.) û hevalên wî jî hebûn. Hassan bîn Sabît, Kab bîn Zubeyr û Abdûllah bîn Rewaha ji helbestvanan bûn. Wan gelek derban bi helbestên xwe civak binbandor dikirin, peyamên îslamî didan û muşrîk têk dibirin. Girê Sefa jî ji bo daxuyaniyan cîkî girîng bû. Hz. Mûhemmed(s.x.l.) cara ewil bi awayekî eşkere li Girê Sefayê pêxembertiya xwe diyar kir. Pêxemberê(s.x.l.) me li Girê Sefayê îslam wek nûçeyek brûskî danebihîz kir.
Resûlûllah(s.x.l.) ji bo îslamê belav bike gelek amûrên medyayî bi kar anîne. Di demsalên hecê de, di pêşbaziyên helbestan de û li şehredêran îslam gihandiye mirovan. Di nav xebatan de em dikarin xutba xatirxwaziyê jî nîşan bidin. Bi vê xutbeyê Resûlûllah(s.x.l.) bangî mirovan kiriye û bi vî awayî derfeta wê demê a herî mezin bi kar aniye.
Li gorî min ya girîng ew e ku îslam û nûçeya rast bigihêje mirovan. Bi rojnameyan, bi kovaran, bi hîcretê, bi zanyaran, bi rûyekî bi ken, bi dilekî germ, bi tevgerek rast…
Îslameddîn DEMİRKAYA