“Dibêjin rojekê Feqiyekî navdar dibe mêvanê Harûnê Reşîd. Li ser vêya Harûnê Reşîd dişîne pey Behlul û jê dixwaze ku ew jî tevlî civata wan bibe. Kengî ku Behlul tê hundur Harûnê Reşîd bang li wî dike û wî li cem xwe dide runiştandin. Feqî li tevgerên Harûnê Reşîd û Behlul dinere, pê re jî bala xwe qenc dide ser û cilên Behlul û dibêje:

-Ez li dostanî û hezkirina xelîfeyê mezin ecêbmayî dimînim. Çawa ji mirovekî wisa dîwane hez dike û wî tevlî pertolên gemarî li cem xwe dide runiştandin? Li ser van peyvên feqî berî ku xelîfe tiştekî bibêje Behlul xwe nagire û dibêje:

-Li ser û cilên min nenere û xwe bi ilmê xwe yê nuqsan qure neke! Ji dêvila ser û cilan, ji ilm û zanînê xeber bide. Lê ew jî bi yekî wek te re tune ye! Heger tu qebûl nakî dikarin nezaniya te rê te bidim û ji bona vê jî ez amade me ku di her ilmî de bi te re têkevim qayîşê û nezaniya te rê xelîfe û cemaetê jî bidim!

-Min bihîstiye ku tu zilamekî dîwane yî ez nikarim xwe bi berbayî te xim!

Behlul lê vedigerîne û dibêje:

-Min qîma xwe bi dîwanetiya xwe aniye û ev qebûl kiriye lê tu nezaniya xwe qebul nakî!

Harûnê Reşîd dixwaze Behlul hiş be û lê dinere lê belê Behlul nasekine û dibêje:

-Xelîfeyê min, ev mirov xwe bi zanîna xwe pir qure dike, ji kerema xwe re bihêle ku em hevdu qam û qiyas bikin! Harûnê Reşîd li ser van peyvên Behlul vedigere ser Feqî û dibêje:

-De ka tu û Behlul çend pirsan ji hevdu bikin ma ew ê çi jê xera bibe?

Feqî dibêje:

-Ji bona xatirê cenabê te ez ê bi şertekî qebûl bikim. Ez ê pirsekê jê bikim, heger ku pê derxist ez ê hezar dînarî bidimê û heger pê dernexist ew ê hezar dînarî bide min. Li ser van gotinên Feqî, Behlul dibêje:

– Ji malê dinyayê tiştekî min tuneye heger min bi pirsa te derxist tuyê hezar dînarî bidî min ez ê li feqîran belav bikim lê heger ku min pê dernexist ez di emrê te de me. Dixwaze min wek koleyekî bifroşe, dixwaze min wek xulamekî bixebitîne û dixwaze heta dawiya emrê xwe ez ê ji te re xizmetkar bim!

Feqî şertên Behlul qebûl dike û pirsa xwe ji Behlul dike û dibêje:

-Di malekê de jinikek û mêrê xwe li cem hev rûniştine. Zilamek limêj dike yek jî li cem wan bi rojî ye. Di wê kêliyê de zilamek dikeve hundur. Bi hatina wî zilamî re ew jin û mêr li hev heram dibin, ew ê bi rojî ye rojiya wî betal dibe û ew ê li ser limêjê jî limêja wî betal dibe. De ka îcar bibêje Dîwane ev çi rewş e ji me re şîrove bike! Behlul di cih de bersiva Feqî dide û dibêje:

– Wi kesê ku ji derve hatiye û derbasî hundur bûye mêrê wê jinikê ye. Ew bi rêyekê ve çûye, nehatine wî dirêj ajotiye. Xebera mirina wî ji jina wî û malbata wî re hatiye. Loma vê jinê bi biryara şerîetê bi vî mirovê ku li cem we rûniştiye re mahra xwe birî ye. Û pere daye du zilaman ku ji bona mêrê wê yek limêj bike yek jî rojiyê bigre. Ji ber ku mêrê wê, yê ku herkesî digot qey miriye vegeriyaye malê mahra wan betal bûye! Du zilamên ku li hundur ji bona wî limêj dikir û rojî digirtin jî limêj û rojiya wan betal dibe!

Li ser vê bersiva Behlul, Harûnê Reşîd û civata wî gelekî kêfxweş dibin! Îcar Behlul vedigere ser Feqî û jê re dibêje:

Îcar dora min e ku ez pirsekê ji te bikim ne wisa?

Belê kerem bike dora pirsê ya te ye!

Behlul dibêje:

Sê kûpê me hene. Yek şerab e, yek şîr û yek jî sîrke ye. Me ji her kûpekî hinek berda sênîkekê. Dû re me dît ku wa ye di wê sênîkê de mişkek heye û em nema zanin bê ka ew mişk ji kîjan kûpî ketiye nav wê sênîkê! De îcar Feqî ev mişk li gorî te ji kîjan kupî ketiye wê sênîkê, em ê çawa fêm bikin?

Feqî xwe vir de dide wê de dide û ji fediyan di xwêdanê de dimîne lê ji nav dernakeve û nikare pirsa Behlul bibersivîne. Harunê Reşîd gava ku dibîne Feqî ji heqê xwe derneket ji Behlul dixwaxe ku ew bibersivîne. Behlul li ser daxwaza wî dibeje:

-Bila Feqî li xwe mukur were ku nezan e, ez ê jî wê çaxê ji dêvla wî bibersivînim.

Feqî ji neçarî nezaniyê li xwe qebûl dike! Hîna nuh Behlul dibêje:

-Em ê serê ewil mişk bi avê qenc bişon û paqij bikin. Dû re em ê zikê wî biqelêşin, çi di zikê wî de hebe, wê çaxê ew ji wî kûpî ketiye sênîkê.

Li ser vê yekê Behlul hezar dînarê xwe ji feqî distîne û ji bona ku li feqîran belav bike destûra çûyînê ji Harûnê Reşîd dixwaze!”

Li ser vê çîrokê em fêm dikin ku em çiqa zanabin jî kesê ji me zanatir heye em ê bi zanatiya xwe quretî nekin. Em ê zanatiya mirovan bi ser û cilê wan ê nûbûnî ya bi kevnî nepîvin.

Kaynakça

1) Behlulê Dîwane, Ronî War, Çîrok.