Îslameddîn DEMÎRKAYA

Qey ew jî azmûnek e ji bo mirovan. Li cîkî danek mezin; bahr û bereketa bahr bi xwe re tîne, li cîkî jî zuhayî erda req î rût û bêderfetî û jiyana dijwar.

Afirînerê kaînatê dinya cihêreng û xweşik ava kiriye. Li hêlekê ezmanê şînik û bêdawî, li hêlekê jî hîv, stêrk û şêweyên ser rûyê erdê. Dinyaya ajalan; dengê wan î tirsnak, dengê wan î aramdar, dengê wan î di cî de. Wek niha li Stenbolê, li hewşekê, li kêleka rihanekê, li ber dengê kewşînk û qaqlîbazan ku ez vê nivîsa xwe dinivîsim û hestên xwe diyar dikim. Bêguman ji bo ev hestên xweş çêbibin dîsa dana Xwedê ev bayê sibê û sewta sirûştê cîkî mezin digire.

Birastî ez dixwazim vêya diyar bikim ku cîkî xweş be, Xwedê ew der xweş kiriye. Xwedê ew derfet daye wî ciyî û mirovên wê derê. Yanî, xweşî û derfet tev ji Xwedê ne. Bahr jî dana Xwedê ye û xweşiyên bi bahrê re jî. Bifikirin çola fire û tî a Afrikayê kî dikare têrav bike? Yan kî dikare berf û cemeda cemseran bihilîne? Ma kî dikare hirçên cemserê li çola ekvatorê xwedî bike? Kî dikare xweşikbûnek wek xweşikbûna hêştirmeyê ava bike? Ew çîpên wê yî dirêj û xurt, ew bezabûna wê… Bi avê, bi axê, bi erd û ezman, bi mirovan û bi şînkayî û bi ajalan û bi tiştên em nizanin û em nikarin hîna bijmêrin danerê kaînata mezin dinya gihandiye lûtkeya xweşikbûnê.

Nebêjin bahr û derbas nebin. Bahr derfet e. Ji alî debar û aboriyê de, ji alî xweşbûn û xweşikbûna xwe, ji alî dinyaya ajalên bahrê ku ew dinya tê ber mere, ji alî tevgera ku dixe wî ciyî…

Ji bo mirovên bahrî, ji derfeta bahrê cîkî ku pê de herin heye. Radihêlin şewka xwe û berî didin peravê ji bo mahsiyan bigirin. Ê dikarin xwe bera binê bahrê din û jiyana nav avê jî binasin.

Rêwîtiya bahrê jî kêfek nayê gotin dixe dilê mere. Heg rêwîtî a bahrê be bi gelemperî mirov dilxwaz e ji bo wê rêwîtiyê. Tu avê bixwaze heye, tu hewa hênik bixwaze heye, tu ruyê bixwaze heye…

Bahr, dengê qaqlîbazan, dengê pêlên bahrê û bayê hênik, dengê vapûr û keştiyan, bîna mahsiyên biraştî ên peravê… Dana mezin!