Em fanî ne li vê dinê

Em hatine bo mirinê

Xweziya min bi wî kesê

Xilas kiribe îmanê

 

Tu axa bî şêx bî mîr bî

Reîs û serokek jîr bî

Ji bo gelê destegîr bî

Dîsa jî tune eman e

 

Pêşyan gotne vê gotinê

“Tu sedsal bimînî l’dinê

Şevek mêvan l’goristanê”

Qur’an dide ev ferman e

 

Reb çêkiriye ev pergal

Ya herî xweş baş û delal

Ki çî bêje tewş û betal

Em nizanin Ew dizane

 

Lew dinya qada ezmûne

Ne ciyê xwarnu razane

Ew buhişt jî ne erzan e

Nefs Şeytên me nexapîne

 

Erê dinya ronî xweş e

Ciyê jiyan û xweş rewş e

Em dizanin dawî tewş e

Lewra ji bo kes namîne

 

Eger ku mirin nebûna

Wê dinya tije can bûna

Wê jar û êvzar bimana

Mirin paqijî w derman e

 

Dema meriv ji xwe dikeve

Nikaribe derê derve

Temen diçe li ser balgîve

Rûmeta meriv namîne

 

Pir kes henin ev çend sale

Nav nivînan de li male

Ketne ji rewş  û pergale

Xwedê semax bide wan e

 

Her tişt bi zitê xwe heye

Li çî difekrî pergal we ye

Xweşya rojê bi şevê ye

Heta dikarî mînak bîne

 

Ya Reb î Reb ê Îzzetê

Bi caê Qasidê ûmmetê

Ji qamet bibî rehmetê

Em li bextê rehma Te ne