12.
Ew çeng çi ye roja ewel
Çeng û lîsan jî digirî
Deng têt ji sazê pir emel
Tembûr tiraş û kun kirî
Işq û evîndarê te dil
Hubba di nîvê çêkirî

13.
Hub rêtî canê beşer e
Sewda ji mejyê wî firî
Goyinê nêv dar û ber e
Bêsûc e qet nakit girî
Işq û evîna qemer e
Netq û lîsanê jê birî

14.
Deng ji defa canê me tê
Kirdin nefir û nayekî
Sani bi herfê pif ketê
Her zehrekî b’awazekî
Subhan ji şahê qudretê
Her canekî û ebdanekî

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?