Husna li ruxê Sitî û Zînê
Bû behreke ateşê evînê

Pêla ku digirte pêl û mewcan
Roja dikete hezîz û ewcan

Sed can û dil û ceger disotin
Xelqê bi mesel ji wan digotin

Şems û qemeran qîran e pêkve
Lew muşterî ev cîhan e pêkve

Seyyadê cemalê wan xezalan
Seyyatê sedayê wan delalan

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?