Vîrûsek derket li Çînê
Belav bû li tevî dinê
Mizgevt û *sazyê dinyayê
Hatne *radan j’ber bobelatê

Her Mescid û her Mizgevtê
Tevekê şûbe yên Beytê
Ji ber *xetera *îlletê
‘Elametê qiyametê

Mîhrab û Mîmber vale man
Kes nedît ti dewru zeman
Wek ku Mizgevt sêwî diman
Pêk ve wek *Harema Beytê

Mizgevt bê mele *mûezin
Lew Mizgevt tev bûn wek
*Memûmî bo wê nabezin
Lew semaxa wan lê ne tê

Ya Reb deryê xêrê vekî
Vê *xetera şewbê rakî
Bi rûmeta Mustefa kî
Mizgevt şên kî wek buhiştê

Lewra Mizgevt mala Te ye
Cih û warê perestê ye
Ciyê zikru ta’etê ye
Mizgevt vale wek şîn ketê

Bi taybetî roja Înê
Mûsîbeteke li dinê
Xûtbe jî nayên kirinê
Xwedê bide selametê

Li gund û him li bajêran
Li her derê seraseran
Mizgevt bûn wek sitû…

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?