Kesê ji kesek hez bike
Dawetî mala xwe dike
Xweda ji evdek hez bike
Dawetî Beyta xwe dike
Hecî dawetvanên Xweda
Wextê hûn gaştin wan belda
Li wan çola li wan erda
Gelek silavên me bêjin
Hûn ketin erdê Mûqedes
Zehf zikir kin nebêjin bes
Yê li we tembîh kirî her kes
Gelek silavên wan bêjin
Xweliya wir bixwînê avdan e
Pir Eshab bê kefen mane
Yê Uhûdê Seydê wane
Gelek silavên me bêjin
Ew beldê Xweda ye Mekke
Xweda Mekke mûkerrem ke
Kabetullah Mû’ezem ke
Gelek silavên me bêjin
Li ber Rawzaya Tahîre
Lê hûn me nekin ji bîr e
Ji Eşrefê memexlûqê re
Hêvya şef’etê bêjin
Navbeyna Merqed û Mîmber
Li ser wê mala Pêxember
Selat û Silav her li ser
Hêviya maderê bêjin
Ji Resûlê Kibriya re
Her çar Xelîfê Kîram re
Ji cemî’ê Eshaban re
Gelek silavên me bêjin
Xwedyê îhraman re derd e
Silav li Berê Reş dide
Di Meqamê Îbrahîm de
Gelek silavên me bêjin
Ji me lava li we tembîh
Bi terz û aweyek melîh
Meqamê Îsmaîl Zebîh
Gelek silavên me bêjin
Ji Merwe re ji Sefa re
Serê Girê ‘Erefê re
Ji Muhammed Mustefa re
Gelek silavên me bêjin
Lebbeyke bibêjin her dem
Dema vexwar ava Zemzem
Li ser nifşa Benî Haşem
Gelek silavên me bêjin
Wextê xwe nebin li ‘edemê
Wext û lehze û her demê
Ber Beytê li Mûltezemê
Gellek dûa bo me bêjin
Weke barana biharan
Weke quma devê behran
Wek gûnehên me gûnehkaran
Zehftir dûa bo me bêjin
Hecî mêvanên Xwedê ne
Ne ji bo xwe bi tenê ne
Dûa wan bo Ummetê ne
Reb qebûl ke dûa bêjin
Hecîno em belengaz in
Ji we Heciyan dixwazin
Wekîlê me ne, bixwazin
Bo Ummetê dûa bêjin
Ez im ew Ebdulah hêjar
Ji ber gûnah bûme êvzar
J’we Heciyan dikim zarzar
Xasma bo min dûa bêjin
(15ê Hezîranê 2022 Qurtelan)
Yorum yazabilmek için oturum açmanız gerekir.