“Ji tirsa ku wê ji ber mêrxasiya xwe leşkerê xwe bibe helakê wî nekne qumandarê tu leşkerekî misilmanan.” (Hz. ‘Umer X.r)
Berra’ kesek î por qijol, ser û çavên wî bi toz, û zeîfok bû, mirovan ne dixwest ku lê binêrîn û zû berê xwe jê diguherîn.
Lêbelê digel vêna jî, ji bilî kesên ku di şer de digel hevalên xwe yên şervan kuştin, ewî sed heb muşrik yeko yeko jî kuştin.
Ew, ew kesê leheng û mêrxas û bê tirs î ku ‘Umer (X.r) di derbarê wî de ji waliyên xwe yên welatan re name şandin û weha digot: “Ji tirsa ku wê ji ber mêrxasiya xwe leşkerê xwe bibe helakê wî nekne qumandarê tu leşkerekî misilmanan.”
Ew Berra’ê k. Malik’ê Ensarî, birayê xizmetkarê Resulê Xwuda (s.s.l) Enes’ê k. Mlik e.
Heger ez rabim lehengiyên wî teva ji we re bêjim, ewê gotin dirêj bibe û ev cih jî têr nake; ji ber vê yekê ez dixwazim tenê lehengiyek e wî ji we re qise bikim, ji xwe wê ev jî di derbarê yên din de agahiyan bide we.
Ev çîroka wî ji wexta seetên ewilî yên wefata Resulê Xwuda (s.s.l) ve destpê dike, lewra çawa qebîleyên ereban kom bi kom diketin dînê Xwuda êdî kom bi kom ji dînê Xwuda derdiketin, wisa bû ku ji xeynî xelkê Mekih û Medînê û Taîfê û hinek komên li vir û devera din ên ku Xwuda wan li ser îmanê hiştibû pêştir tu kes li ser îslamê nemabû.
Ebu Bekrê Siddîq (X.r), li hember vê gelaciya koraneya wêranker weke çiyayên saxlem sekinî, û yazdeh ordî ji Muhacir û Ensariyan amade kirin, û ji qumandarên van ordiyan re yazdeh al jî çikandin, û ji bonî ku wan kesên ji dîn derketine vegerînin bal heq û hîdayetê, û ji bo ku wan kesên ji rê derketine vegerînin rêya rast şandine çarterefê Cezîretulerebê.
Murtedên herî dijwar, û herî pir, Benu Henîfe yên hevalên Müseylemetul kezzab bûn.
Çil hezar şurkêşên zexm ên ji qebîla Müseyleme û sozdarên wan di bin emrê Müseyleme de amade bûn.
Piraniya van kesan ji nijadperestî bûbûne peyrewê wî, ne ku pê bawer kiribûn, lewra hinekan ji wan weha digotin: Ez bawerdikim ku Müseyleme virek e, û Muhemmed rastgo ye…lêbelê virekê Rebî’e (Müseyleme) li ba me ji Rastgoyê Muderiyan (Muhemmed (s.s.l) çêtir e.
Müseyleme yekemîn ordiya misilmanan a bi qumandariya Îkrîme’yê k. Ebu Cehil (X.r) derketibû hemberî wî têkbir û ew bi şunde vegerand.
Ji bo vê yekê Ebu Bekrê Siddîq (X.r) bi qumandariya Xalidê k. Welîd ordiya doyemîn şand, gelek sehabiyên Ensarî yên mezin beşdar bûn, di serê wan de jî Berraê k. Malik’ê Ensarî û gelek mêrxasên misilmanan hebûn.
Li Yemame ya Necdê herdu leşker ketin nav hev, hê gelek tê ne çûyî, Müseyleme û hevalên xwe bi ser ketin, û leşkerê misilmanan dest bi paşde vekişinê kirin, heta ku leşkerên Müseyleme radane ser konê Xalidê k. Welîd, û ew ji erq rakirin, heger yekî ji wan ne sipartibana xwe hindik mabû ku pîreka wî bikujin.
Wê demê misilman bi tehlîkeya mezin hesiyan, û fêmkirin ku heger ew li hember Müseyleme têk herin êdî ji îro şunde Îslam nayê ser xwe, û êdî nema li Cezîretuerebê ji Xwuda re îbadet were kirin.
Xalid çû cem leşkerê xwe, pîlana xwe di ber çav re derbas kir, Muhacir û Ensar, gundî û bajarî û hwd ji hev veqetandin.
Ji bo ku di şer de sedaqeta her beşê were naskirin , û ji bo ku diyar bibe ka misilman ji aliyê kî ve têne mexlub kirin, Xalid her qebîle di bin alekê de civandin.
Aşê herbeke dijwar di navbera her du koma de geriya, misilmanan beriya vê herbê tu herbê weha nas nekiribûn, qewmê Müseyleme di qada şer de weke çiyayê zexm di ciyên xwe de man, û digel ku ewqas kuştiyên wan jî çêbûn lêbelê qet ne xema wan bû.
Misilmanan mînakên lehengiyên wisa mezin dane nîşan heger tev werne civandin ewê destaneke herî mezin derkeve holê.
Vaye Sabitê k. Qeys (X.) beyreqdarê Ensariyan, xwe paqij dike û xwe kefen dike, ji xwe re kortekê di kole, heta dehma çokan xwe diberde tê de, di ciyê xwe de dimîne, hetanî şehîd ket jî ji bo ku ala qebîleya wî nekeve li ber xwe dida.
Her weha birayê ‘Umer’ê k. Xettab Zeyd’ê k. Xettab (X.r) gazî misilmanan dikir: Gelî mirovna dinanê xwe bi şidênin, li neyarên xwe bidin û bi pêşde herin…Gelî mirovna, ez sond dixwum bi Xwuda hetanî ku Müseyleme têk neçe an jî ez bigîjim Xwuda ez yek kelîmeyeke dî xebernadim, û bi vî awayî ezê delîla xwe şanî Xwuda bidim…
Piştre jî hicumî ser wan kir, şer kir heta hate şehîd kirin.
Ji aliyekî din ve vaye Salim koleyê Ebu Huzeyfe rahiştibu ala Muhaciran, gelê wî di tirsiyan ku ew nikaribe an jî bireve, jê re gotin: Em di tirsin ku em ji aliyê te ve têk herin, wî got: Heger hun ji aliyê min ve têk herin nexwe herî ne baş hamilê Qur’anê (kesê ku Qur’an jiber kirî) ez im…
Piştre jî bi mêranî hicumî ser neyaran kir, heta birîndar bû.
Lêbelê lehengiyên van tevan jî li ber lehengiya Berra’ê k. Malik gelekî qels dimînin.
Lewra dema Xalid dît ku şer giran bû û şidiya, li Berra’ê k. Malik fitilî û got: Xortê Ensariya berê xwe bide gelê xwe…
Berra’ berê xwe da gelê xwe û got: Gelî Ensariya kes ji we vegera bal Medînê ve ne fikirin, ji îro şunde Medîne tuneye… tenê îro Xwuda bi tenê…piştre jî Cennet heye…piştre bi hevre hicumî ser muşrikan kirin, heta ku piyên Müseyleme û hevalên wî lerizîn, çara wan nema êdî xwe sipartine Bexçeyekî -ku di dîrokê de ji ber ku gelek kes tê de hatine kuştin bi bexçeyê mirinê hate nas kirin-.
Ev bexçeyê mirinê pêgihê wî fireh û dîwarê wî bilind bû, Müseyleme û leşkerên wî yên bi hezaran derî li xwe girtin, xwe bi dîwarên wî yên bilind diparastin, û ji nav ve weke baranê tîr bi ser misilmanan de di barandin.
Wî çaxî qehreman û bê tirsê misilmana derkete pêş û got: Gelê min, min deynin ser mertalekî, û mertal deynin ser rimhan, piştre jî min bavêjin nav bexçe nêzî derî, ya ezê şehîd bikevim yan jî ezê derî li ber we vekim.
Di muddetê çav girtinekê de Berra’ (X.r) li ser mertal runişt, lewra ew yekî zeîfî bê goşt bû, û bi dehan rimhan ew rakirin avêtine bexçe nav hezaran leşkerên Müseyleme, her wekî birûsk bi ser wan de ketibê, li ber derî bi wan re li ber xwe dida, bi şûrê xwe deh heb ji wan kuştin û derî vekir, lêbelê heştê û tiştek birînên tîr û şûran di laşê wî de hebûn…
Misilman ketin bexçe û bi hezaran ji wan kuştin, gihaştin Müseyleme û ew jî dirêjî erdê kirin.
Ji bo ku were derman kirin Berra’(X.r) birin binê konê wî, Xalidê k. Welîd mihekê li balê ma birînên wî derman dikirin heta ku Xwuda şefa jê re şand, û li ser destên wî serkeftin ji leşkerê misilmanan re hate nivîsandin.
Berra’ ew şehadeta ku di roja bexçeyê mirinê de lê çûyî her tim dixwest…
Ji bo ku bigehê armanca xwe yî herî mezin û leqayî Pêxember (s.s.l) bibe beşdarî temamê herban bû, hetanî roja fetha “Tûster”a li welatê Farisan, Farisan xwe sipartibûn keliheke xwe yî bilind û asê, weke bazinê ku xwe li dest di pêçe misilmanan wan dorpêç kirin û ambargo danîn ser wan, dema Farisan dîtîn ku ambargo dirêj bû û ketne tangasiyê de, rabûn zîncîrên hesinî ji ser suran ve avêtin xwarê, û kûlabên pola yên sorkirî bi serê wan zincîran ve kirin, û wan kûlaban bi laşê misilmanan ve di girtin, bi mirîtayî an jî li ber mirinê wan dihildan jor.
Yekî ji wan kûlaban jî xwe bi laşê Enesê k. Malik birayê Berra’ ve girt, çawa dît berra’ xwe avête ser dîwarê sûrê, û bi zincîra ku birayê wî dihilda girt, dixebitî ku kulab ji laşê birayê xwe bike destê wî şewitî û dû jê çû, lêbelê guhê xwe neda vê yekê heta birayê xwe xelas kir, peya bû lê mixabin piça goşt li ser destê wî nemabû.
Di vê herbê de Berra’ ji Xwuda xwest ku şehadetê bike para wî, Xwuda jî di’a wî qebûl kir, li wê derê şehîd ket û gihaşte Xwudayê xwe.
Xwuda li cennetê wechê Berra’ bi nûr bike, û çavên wî bi havaltiya Muhemmed (s.s.l) ronî bike, û jê razî be.
((Ev nivîs tevî hinek guhertinan bi kurtasî ji pirtûka hêja: “Suwerun mîn Heyatîs Sehabe” hatiye wergerandin.))

Önceki İçerikالإصلاح رسالتنا
Sonraki İçerikBir Yanımız Gurbet…