Min xwest helbestekê çêkim
Behsa qorona vîrûs kim
Li ser mijara wê şobê
Binivsînim û belav kim
Qorona derket li Çînê
Bû bela li serê dinê
Ewê şoba qoronayê
Baş nabe bi çi dewayê
Ew qorona ‘ecêbmayê
Ketye rojeva dinyayê
Tiba dinê l’ser radweste
Çareserî jê dernayê
Lew ew qorona vîrûs e
Bobelatek gelek pîs e
Niha dermanê wê tune
Vîrûsek bê deng, bê his e
Vê sedsala bîst û yekê
Ew êşa ku wek şobekê
Qorona vîrûs wek weba
Dinyê xiste nava riskê
Qorona li kû der derê
Mirovan tixe xeterê
Qorona şobek wisane
Bi kê bigre, dixe gorê
Li Çînê derket ji nîşka
Xwezî bi êşa mirîşka !
Ew şoba wê qoronayê
Belav bû li gelek ûlka
Pêşî derketbû li Çînê
Çû Îtalya hat Îranê
Hem derket li Rojhilatê
Pakîstan hem Hindîstanê
Xwedayê min Tu dûr bigre
Biparêz hemû dever e
Hem derdekî bê derman e
Yê pê bikev her dimire
Belku çare yek jê ev e
Mirov ji hev dûr bikeve
Bi sabûnê dest û rûyan
Her dema xwe bişû pê ve
Destdana hev û maçkirin
Divê bên qedexe kirin
Lew vîrûs tiştek hesas e
Qenc ew e, l’hev silavkirin
Ji qorona bi her tarz e
Ji wê şoba bêmerêz e
Reb me afrandin tev e
Hêvîdar im biparêze