‘EBDULLAH’Ê K. HUZAFE’YÊ SEHMÎ

43

ebdullahe-k-huzafeye-sehmi-onizlemeSTÊRKÊN SER RÛYÊ ERDÊ

Qeyser zen kir ku ew ji mirinê ditirsê û got: Wî vegerînin cem min, dema hat berdestî wî sekinî dîsa teklîfa filehtiyê lêkir lê dîsa ev yek qebul nekir. Qeyser got: Qeda bi te bikevê, wê çaxê sedema giryê te çi ye?!“Pêwîste ku herkes serê ‘Ebdullahê k. Huzafeyê Sehmî maç bikê û pêşî ezê dest pê bikim” (Hz. ‘Umer) (r.a)

Çawa dîrokê guhê xwe neda bi milyonan erebên beriya ‘Ebdullahê k. Huzafe bêyî ku bi wan bi hese û werne bîra kesekî; weharenge karibû guhê xwe nedê ‘Ebdullah jî.

Lêbelê Dînê Îslamê fersend da ‘Ebdullah ku leqayî serokên dinyayê yên dema wî: Kîsrayê Farisan, û Qeyserê Romê, weharenge Îslamê fersenda ku bi her yekî ji wan re çîrokeke ku nayê jibîrkirin da ‘Ebdullah.

Qisseta wî ya digel Kîsrayê Farisan di sala şeşê koçî (6.h.) -dema ku Resulê Xweda (s.a.s) xwest ku nameyan bişînê ji mezinên eceman re da ku misilman bibin- de çêbuye.

Resulê Xweda (s.a.s) di zanibu ku ev karekî pir bixeter e…

Lewra evan qasidan wê herin welatên dûr û xerîb…

Û ne zimanên wan welatan ne jî exlaqê mezinên wan dizanibun…

Piştî van tevan jî ev qasid wê wan gazî bal Îslamê bikin…

Teqez ev rêwengiyeke bi xeter e, ê ku diçê wenda ye, ê di vegerê jî weke ku nû ji dayik bûye.

ji bo vê yekê Pêxemberê Xweda (s.a.s) sehabiyên xwe civandin, û ji wan re weha got: ” ez dixwazim ku hineka ji we bişînime bal mezinên ‘Eceman, vêce çawa ku Benu Îsraîlî biya Îsa (a.s) nekirin û gotina wan ne bû yek , hun jî wisa nekin (biya min bikin)”.

Sehabiyan vêkra gotin: “Ya Qasidê Xweda tişta ku tu bixwazê emê bikin, tu me bikuve dişînê tu dizanê.”

Pêxemberê Xweda (s.a.s) şeş heb Sehabî ji bo ku nameyên Wî bibin ji mezinên ‘Ereb û ‘Eceman rebijartin, yek ji wan şeş heban jî ‘Ebdullahê k. Huzafeyê Sehmî bû, lewra ew hatibû bijartin ji bo ku nameya Pêxemberê Xweda (s.a.s) bibê ji Kisrayê mezinê Farisan re.

‘Ebdullahê k. Huzafe xwe amade kir, xatir ji malbata xwe xwest, û çû, heta gihişte diyarê Farisa (Îran), ji bo ku herê cem Kîsra destûr xwest, û ji alîkarên wî re got ku min nameya Pêxemberê Xweda aniye.

Kisra ferman kir ku eywana wî werê xemilandin, gazî girgirekê Farisan kir, piştre jî destura ‘Ebdullahê k. Huzafe da.

‘Ebdullahê k. Huzafe tevî şemla xweyî tenik, saqoyê xweyî stûr, wek ‘erebekî ji rêzê, çû cem Kîsra.

Lêbelê digel vê yekê jî ser bilind bû, izzeta Îslamê jê difuriya, û pozbilindiya îmanê di dilê wî de pêt dida.

Çawa Kisra dît ku bi berve ditê ji zilamekî xwe re îşaret kir ku nameyê ji dest bigrê, ‘Ebdullah got:

Nexêr, Pêxemberê Xweda (s.a.s) emir da min ku nameyê dest bi dest bidim te, ez bêemriya Resulê Xweda nakim.

‘Ebdullah nêzî Kisra bu û name da destê wî

Ji bo ku jê re bixwîne Kisra gazî nivîskarekî erebê Hîre’yê kir, di nameyê de:

“BîsmîllahîrRemanîrRehîm, ji Muhemmedê Pêxemberê Xweda bibal Kisrayê mezinê farisan, silav li wan kesên ku dibin tabi’ê hîdayetê…” hebu.

Dema Kisra ev gotin bihîstin hêrsbû, ruyê wî sor bû, ji ber ku Resulê Xweda (s.a.s) pêşî navê xwe gotibû rayê stuyê wî werimîn…name ji destê katibê xwe derxist bêyî ku naveroka wê hîn bibê name qetand û dikire qîr: Digel ku ew koleyê min e çawa vî tiştî ji min re dinivîse?!!

‘Ebdullah ji eywana Kisra derket, lêbelê nizanibû Gelo wê werê kuştin an jî wê serbest werê berdan?

ji xwe re weha got: Wellahî piştî ku min nameya Resulê Xweda (s.a.s) gihande Kisra êdî çi ji min tê ji min re ne xem e, û li deviha xwe siwar bû û kete rê.

Piştî ku Kisra aram bû, got bila ‘Ebdullah werê hundir, lê mixabin xuya nekir… Lêgeriyan lê tu şopên wî nedîtin…

Wexta ‘Edbullah hate cem Resulê Xweda (s.a.s) û jê re behsa Kisra û qetandina nameyê kir, Resulê Xweda (s.a.s) got: “Xweda jî milkê wî ji hev bela bikê”.

Kisra rabû nameyek ji cîgirê xweyî Yemen’ê “Bazan”re şand û jê re got: Du zilamê xweyî zexm bişênê bila wî zilamê ku li Hîcazê derketiye ji min re bînin… Bazan du zilam şandine cem Resulê Xweda (s.a.s) nameyek jî da wan.

Herdu zilam derketin bilez diçûn heta gihiştine Taîf’ê li wê derê hinek têcirên Qureyşiyan dîtin, pirsa Muhemmed (s.a.s) ji wan kirin, gotin: Ew li Medînê ye. -Karwan ber bi Mekihê ve bi kêfxweşî û dilgeşî diçû, mizgînî didane Qureyşiyan û digotin: çavên we rohnî bin, Kisra berê xwe daye Muhemmed û ewê ji derheqê wî werê der-.

Herdu zilama berê xwe dane Medînê, leqayî Pêxember (s.a.s) bûn, nameya “Bazan” danê û jê re gotin:

“Kisra” nameyek ji “Bazan” re şandiye ku te bibin cem wî… em jî hatine ku te bibin, heger tu neyê ji xwe tu dijwariya wî û qudreta wî ya li ser tunekirina te û gelê te heyî dizanê.

Resulê Xweda (s.a.s) beşişî û ji wan re got: Ji îro şunde hun nema Kisra dibînin…lewra Xweda di filan şeva de kurê wî “Şîreweyh” muselletî serê kir û wî kuşt.

Li Resulê Xweda mane xariş, û gotin: Tu di zanê çi dibêjî?! Emê çawa vê yekê ji “Bazan” re binivsînin?!

Resulê Xweda (s.a.s) got: Belê, û jê re bêjin: Teqez dînê min wê bigihêjê mesafeya ku selteneta Kisra gihiştiyê, û heger tu misilman bibê tiştê di bin destê te deye ezê ji te re bihêlim, û ezê te bikim mezinê gelê te.

Herdu zilam ji cem Resulê Xweda (s.a.s) derketin, çûne cem “Bazan” û weziyet jêre gotin, “Bazan” got ku: Heger weke ku Muhemmed dibêjê bê ji xwe raste ew pêxember e, na heger ne wisa bê emê derheqê wî de tiştekî bi fikirin…

Hê gelek tê neçûyî nameya “Şîreweyh” ji “Bazan” re hat, û têde weha nivîsandîbû: Piştî pêşgotinê teqez min Kisra kuşt, û min ji bo tola gelê xwe ew kuşt, lewra ewî kuştina mezinên wan, hêsîr girtina pîrekên wan û xesbkirina malê wan ji xwe re helal didît, dema ev nameya min gihaşte te ji bonî ku têkevine bin emrê min bilez soz ji wan kesên derdora xwe bistîne.

Çawa ku “Bazan” nameya “Şîreweyh” xwend hema bilez misiliman bû, û bi wî re Farisên ku li Yemenê hebûn jî tev misilman bûn.

ebdullahe-k-huzafeye-sehmi-1Qisseta wî ya digel Qeyserê Rumê jî di sala 19’ê h.de ‘Umerê k. Xettab (r.a) leşkerekî ku di navde ‘Ebdullahê k. Huzafe jî hebu şande herba Rumê… agahiyên leşkerê misilmanan û teybetmendiyên wan î weke îmana rast, ‘eqîda xurt û erzandîtina canê xwe di riya Xweda û Resulê wî de gihaştibune Qeyserê rumê.

Qeyser emrê zilamên xwe kirdema yekî ji misilmanan hesîr bigrin- ku wî bisaxî bînin cemê…

Xweda jî heskir ku ‘Ebdullahê k. Huzafe hêsîr têkevê destê Rumê; wî birin cem melikê xwe

Melikê Rumê demeke dirêj li ‘Ebdullah nêrî piştre jî weha jê re got: Ezê tiştekî ji te bixwazim,

‘Ebdullah got: Ew çi ye?

Melik got: Min divê ku tu bibê Fileh… heger tu vê yekê qebul bikê, ezê te serbest bedrim.

– Ev yek qet nabê… mirin bi hezar carî ji vî tiştî xweştir e.

– Xuyaye ku tu zilamekî mêr î… heger tu vê teklîfa min qebul bikê ezê te bikim şirîkê hikumdariya xwe.

– Wellahî heger tu temamê tişta dibin milkiyeta te û temamê Ereban de heyî bidê min ez bi qasî çav niqandinekê jî ji dînê Muhemmed (s.a.s) venagerim û ez vê yekê qebul nakim.

Wî çaxî ezê te bi kujim.

– Tişta tu dixwazê bike.

piştre jî hate bidarvekirin, tîr diavêtinê û teklîfa Filehtiyê lêdikirin lêbelê wî ev yek qet qebul nedikir.

Qeyser ji wan xwest ku wî ji çarmixê daxînin, piştre jî sîtileke mezin anîn rûn berdanê û danîn ser agir heta sor bu, piştre jî du heb hêsîrên misilmanan anîn, Qeyser ferman kir yek ji wan avêtin nav sîtila tije rûnê sorkirî, biavêtinê re goştê laşê wî ji hev bela bû…! hestiyên wî mane rut…!

Dîsa li ‘Ebdullah fitilî û jê xwest ku fileh bibê, lêbelê vê carê ji ê berê hîn dijwartir nerazîbûna xwe nîşan da. Piştî ku jê bê hîvî bû, ferman kir ku wî jî bavêjin sîtilê de, wexta ku wî birin herdu çavên wî hêstir kirin, zilamê Qeyser jê re gotin ku ew digirî…

Qeyser zen kir ku ew ji mirinê ditirsê û got: Wî vegerînin cem min, dema hat berdestî wî sekinî dîsa teklîfa filehtiyê lêkir lê dîsa ev yek qebul nekir. Qeyser got: Qeda bi te bikevê, wê çaxê sedema giryê te çi ye?!

Sedema giryê min ev bu ku min di dilê xwe de got: vêga wê te bavêjin nav sîtilê, û tê bimrê, û min jî dixwest ku bi qasî muyên laşê min rihên min hebin û tev di riya Xweda de werne kuştin.

– Tu dixwazê serê min maç bikê û ez te serbest berdim?

– Tê temamê hêsîrê misilmanan jî serbest berdê?

– Ezê temamê hêsîrên misilmanan serbest berdim.

‘Ebdullah dibêjê: Min ji xwe re got: Evna neyarek ji neyarên Xweda ye, ezê serê wî maç bikim ewê jî min û hêsîrên misilmanan bi tevahî serbest berdê, tu zerara vê yekê ji min re tuneye.

Piştre ‘Ebdullah serê wî maçkir, ûtemamê hêsîrên misilmanan dane hev û teslîmî wî kirin.

‘Ebdullahê k. Huzafe hate cem Hz.‘Umer (r.a), û hal û wezyeta xwe jê re got, Faruq bi vê yekê gelekî kêfxweş bû, û weha got: Pêwîste ku her misilman serê ‘Ebdullahê k. Huzafe maç bikê.. û pêşî ezê dest pê bikim…

((Ev nivîs tevî hinek guhertinan bi kurtasî ji pirtûka hêja: “Suwerun mîn Heyatîs Sehabe” hatiye wergerandin.))

Mehmud ZENGANÎ

HENÜZ YORUM YOK

CEVAP VER