‘Bixwîne’ emrê Xweda yê ewil
Tu xwe jê nehêlî demekê xafil

Bixwîne bi navê Xwedayê em û tev çêkirî
Ew Xwedayê ji neyîniyê her tişt peyda kirî

Bixwîne da ku Xweda were rahmê
Pûç bike di dil de her derd û xemê

Her sibeh û nîvro û pirê êvaran
Dest bixe hinek metn û kîtaban

Pir bixwîne, ne kemî şev û roj
Nebe wek wanên mislên hov

Bixwîne bi navê Ewê ku hîn kirî
Bi qelemê, mirovê nizane tiştekî

Qet bêbahr xwe nehêlî ji vê deryayê
Nebêje gelek in derd û kulê dinyayê

Tu dibejî qey wê kêm bin ev derd û kul
Dema tu xwe ji xwendinê bihêle dûr

Rûniştî şipya li her cih û her derî
Her dem û her zeman û her wextî

Na wellahî sed hezar û hezar car wellahî
Nexwendibe bêfeyde ye umrê te bûrandî

Ya reb tu zêde bike ilm û zanîna me
Bêbahr nehêle ji xwendinê umrê me

Ez nexwende hêvidarê rehma te me
Biqisûrê xwe li benda efwa te me

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?