Tiştin hene reng didin hebûna yekî, wateyekê didin şexsiyeta mirov. Hinek hemanên bingehîn hene ku însan xwe bi wan dixemilîne bêhnên xweş û spehî jê difûrin. Bêîstisna însanên bi qedr û qîmet gelekê wan li van tiştan xwedî derdikevin.
Ziman yek ji van tiştên ku me behskirî ye. Heta em karin bibêjin ku giregirê wan ziman e. Ew ji me ra nasname ye, xwebûn e, dewlemendî ye; mîrateke mirovatiyê ye divê ku bê parastin. Her wiha ziman mifteya deriyê ilm, xwendin û zanînê ye. Ji xeynî vê, ew amûrâ hevnasîn, hevfehmkirin û aleta gihandina hest û ramanan e di nav gelan de.
Digel vê yekê ziman daneke mezin î ji bal Xwedê vê ye û ayetek hebûna Wî ye li ser rûyê erdê.
Rebê me di Kitêba ‘Ezîm de wiha gotiye:
“Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.” (Sûreyê Rûm ayeta 22an.)
Xwedê Te’ala însan bi hinek taybetiyan afirandiye û ew bi van taybetiyan xemilandiye. Çi tişta heyî li ser rûyê erdê çawa ku Xwedê danîbe wisa rast e û wilo rind e. Yê ku bixwaze biguherîne wê li sunneta ku Xwede bi cih kiriye kar bibe.
Mixabin di heyama me de ev rastiya hanê di ser guhan re hatiye avêtin. Pir ji însanan li ser zimanê xwe nasekinin û guhdarî li vê heqîqetê nakin. Ev kêmasî bi taybetî di hêla zimanê dayikê de berçav e.
Kemasiyeke wiqas mezin û ji her kesî re eşkere ye le hê jî piraniya însanan gazina ji nezanîn û hînnebûna zimanên biyanî dikin. Lê hê jî hayê wan ji tiştê di destê wan de lê hêdî hêdî wenda dikin nîne.
Însan zehf ecêb e. Gelek caran tiştê ku di destê xwe de nabîne û li pey tiştên di destê xelkên de dikeve. Yan jî, dibîne lê zêde qîmet nade tiştê destê xwe. Heger ku qîmet zanîba wê bêhtir li ser sekinîba.
Zimanê dayikê ne tiştekî ku hebe jî çê dibe û nebe jî çê dibe ye. Ew bi xwe nasnameya mirov e. Kesê zimanê wî nebe ka çawa wê li xwe xwedî derkeve û bi çi derkeve nav însanan bêje ez ev im.Ji xwe însan jî bi zimanê xwe û çanda xwe tê naskirin û di nav gelên cihanê de bi van hemanan tê neqandin. Kesayetiya neteweyî bi ziman pêk tê û ava dibe.
Xwedê Teala di Sûretê Hûcûrat de jî dibêje ku Wî xelkên cîhanê eşîr eşîr û qebîle qebîle çekirine da ku hev dû nasbikin:
“Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn (maf û hiqûqê) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew ê ku bi pêkanîna heq û mafan xwe bêhtir diparêze.” (Sûreyê Hûcûrat ayeta 13an)
Nexwe mirovê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve, zimane xwe bêxwedî bihêle xwe bi xwe bêwate dihêle. Ji ber vê jî çand û ziman divê bên hemandin.
Bila ji bîr neyê kirin! Em qedr û qîmet nedin tiştên ku em lê xwedî, tu kes naderkeve û girîngiyê nade ne me ne jî tiştê bi me ra.
Em karin bibêjin zimanek ji yekî din dewlemendtir e û her kes kare bêhtir hez ji zimanê xwe bike, lê ne hedê me ye ku em bêjin ew ziman ji vî zimanî esehî çêtir e. Tiştekî ku vê gotinê diyar bike di destê me de nîne. Her zimanek nirxek e û birastî hêja ye, giranbiha ye. Her zimanek xwe bi xwe nasnameyek e. Ji ber vê yekê divê tu kes zimanê xwe bê qîmet nebîne.
Di meala Qur’ana Pîroz a Kurdî a Diyanetê de li bin ayeta li jor wiha hatiye nivîsandin:
“Newekhevbûna zimanê mirovan dide nîşan ku xaliqê wan çi qas mezin û hekîm e. Lewra digel ku eslê wan yek e jî lê dîsa zimanê wan û rengê wan ne yek in. Bi rastî ev ayet, bi kurtî ramana îslamê ya di bara ziman û rengan de eşkere dike. Her wiha dide zanîn ku di îslamê de ziman tev wek hev bi nirx in û navgîna ji hev fêmkirinê ne. Li gorî fehma ji vê ayetê, însanê ku înkara zimanekî bike her wekî ku înkara nîşanekê ji nîşanên qudreta Xwedê bike û li ber xaliqiyeta Xwedê rabe. Mirovê ku zimanekî qedexe bike û milletekî asîmîle bike ew her wekî ku nîşanekî ji nîşanên Xwedê ji holê rake û hikmeta wî qebûl neke. Hîç mafê tu kes û çi sazûmanê tun e ku bi tu behaneyê xeberdana milletekî bi zimanê wî û perwerdeya wî qedexe bike.” (Jêrenota ayeta Sûreyê Rûm a 22an)
Kurdên îro (bi taybetî yên li Tirkî dijîn) gelekê wan zimanê xwe yan ji bîr kirine yan kêm zanin yan jî, ji binî nizanin. Zarokên wan jî mixabin nizanin û ji çand û zimanê xwe qut bûne û jê bêxeber in. Gotinên peşiyan em her roj ji zaroyên xwe ra dibêjin “Her zimanek, însanek e” lê mixabin zimanekî li pêş çavê me roj bi roj diqelihe, dihelihe lê em nabînin an jî em xwe jê re kor dihesibînin.
Berpirsî û mesûliyetên dê û bavan li vir dest pê dikin. Ez hevîdar im ku birayên me -bi taybetî yên ne li welatê xwe an jî li cih û derên ku kurdî lê nayê axaftin- hayê wan ji zimanê wan û zimanê zarokên wan hebe. Li vir em karin çend şîretan li hev bikin:
– Di nava malê de bi zimanê dayikê bipeyivin,
– Carinan kanalên bi zimanê dayikê yên durist temaşe bikin,
– Heta ji destê we were bi zimanê dayika xwe binivîsin,
– Di dibistanan de dersên hilbijartî hûn karin zimanê dayika xwe hilbijêrin,
– Em jî zarokên me jî divê ji şitexaliya zimanê xwe fihêt û şerm nekin. Divê em di peyvîna zimanê xwe de dilwêrek bin û pêşevaniyê bikin.
Nebêjin ev tişt zêde dijwar in yan jî zehmet in; zahmetî û dijwariya mezin ew e ku mirov nezanê zimanê xwe be û li pey zimanên biyanî bikeve.
Ji bîr nekin, her şexsek xwedî rûmet e û rûmetek me ya mezin zimanê me yê dayikê ye.