Jiber korona mam di malda
Ez rûniştim û min pal da
Ketme medya ya civakî
Li medya yê heydedan da


Er ê li mal bi tenê me
Bi xiyabî ne b’tenê me
Bi şopînerên hêja re
Wek ku ez li civatê me


Dinivsînim û dişînim
Li ser facê di weşînim
Dema şopîner dibînin
Wek suhbet lidar dixînim


Bi têlefon wek her carê
Carna jî bi mesencerê
Em dikevine suhbetê
Carna jî bi wahtsAppê re

Ez dem wisa derbas dikim
Hinek dosta nû nas dikim
Hin ji wan welat ên derva
Ji çand û wêje behs dikim


Bi rastî ez î sosyal im
Tim bi dost û bi heval im
Weke ku civat pir şên be
Lewra wek kêfxweş xweş halim


Kesê dûr be ji civakan
Bo tune aram û sekan
Wek kesê winda bûyî ne
Lew biçe qehwe û sûk an


Ez im ew Ebdulah Celan
Dinvîsim li ser ehwalan
Di mal dem…

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?