Jiyana Melayê Bateyî
Melayê Bate, di sala 1680yî de li Colemergê, li gundê Bate hate dinyaye. Ji ber vê yekê jê ra te gotin Melayê Bate. Li malbateke oldar rabû ye û xwendina medreseyê û tedrîsata xwe ya ku di wî heyamî de adetî bû qedandî ye. Ew jî wekî gelek feqeyên li herêmê medrese yeko yeko gerihaye. Di medreseyên bi nav û deng de ilm standiye heta hatiye asta ku ew bi xwe jî feqehan bide xwendin. Di warê ku lê mezin bûyî de mirovekî pirr feal bû. Ji bilî zimanê Kurdî Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanî. Di sala 1760î de çûye ber rehma Xwedê.
Berhemên Wî
Melayê Bate, digel alimî ya xwe ve kesayetekî helbestvan jî bû. Di warê edebiyat û dîroka Kurdî de cihekî pir girîng û balkêş digire. Helbestên wî hê jî tên xwendin û jiberkirin. Kasidevan û helbestxwendên meşhûr gelek caran helbestên wî yên bêhempa zareve dikin. Mewlûda nivîskî ya yekem (Mewlûda Kurmancî) a Kurdî bi navê wî hatiye roja me. Tê gotin ku wî çîroka Zembîlfiroş a bi nav û deng jî nivîsandiye. Zimanê ku di helbestên xwe de bikar aniye zehf hêsan e û bi rehetî tê fêmkirin. Di helbestên xwe de bi piranî li ser eşq û evîna Xwedê û pêxember disekine.
Ya rebbena Qadir tu yî
Ez dê ji kê gazinde kem
Derdê dilan derman tu yî
Ez dê ji kê gazinde kem
Te ‘hey kirin ev ru’h û can
Derd û bela her êş û jan
Nalîn ji min çûn asîman
Ez dê ji kê gazinde kem
Nalîn ji min çûne felek
‘Aciz dibûn îns û melek
Ey Ra’himê re’hma gelek
Ez dê ji kê gazinde kem
Ey Ra’himê Re’hma qedîm
Her daîm û ‘heqq û ‘Elîm
Cumleyê derdan tuy ‘Hekîm
Ez dê ji kê gazinde kem
Dema ku bûne wî duçar
Sultan ji textan bête xwar
Kesê nema bext û îqrar
Ez dê ji kê gazinde kem
Derdek dilê min her heye
Î’hsan ji lutfa zêde ye
Ya reb kerem karê te ye
Ez dê ji kê gazinde kem
Derdek dilê min da xedar
Eger Luqman bête diyar
Melhem li min nakin çu kar
Ez dê ji kê gazinde kem
Dunya eyamek bê wefa
Hem mîhnet û cewr û cefa
Lew ew nema bo Mistefa
Ez dê ji kê gazinde kem
Xaliq tu yî ez bende me
Wellah li ser ‘ehda xwe me
Billah ji te şermende me
Ez dê ji kê gazinde kem
Ey Rabbim Kâdir olan Sensin
Kime serzenişte bulunayım ben
Gönül dertlerime derman Sensin
Kime serzenişte bulunayım ben
Ruhuma ve bedenime can kattın Sen
Dert, bela, türlü acıyla sınadın Sen
Yedi kat göğe ulaştı benden iniltiler
Kime serzenişte bulunayım ben
İnleyişlerim yedi kat göğe erdi
Çaresine insanla melek kifayetsizdi
Ey Rahmeti bol Rahman
Kime serzenişte bulunayım ben
Ey rahmeti kadim olan Rahim
Her Daim, Hak ve Âlîm
Tüm dertlere Sensin Hekim
Kime serzenişte bulunayım ben
Kendisine olduysa düçar
Olur tahtından sultanlar
Kalmadıysa vefa ve ikrar
Kime serzenişte bulunayım ben
Bir dert var hep yüreğimde
İhsan, lütfunun zenginliğinde
Ey Rabbim “kerem” senin indinde
Kime serzenişte bulunayım ben
Yüreğimde ağır bir tasa
Lokman Hekim gelip varsa
Merhemi etmez pek para
Kime serzenişte bulunayım ben
Değildir bir şey, vefasız dünya,
Musibet, eziyet ve sıkıntıdan başka
Kalmadı Muhammed Mustafa’ya
Kime serzenişte bulunayım ben
Yaratan Sensin, ben kölen
Vallahi ahdim üzereyim ben
Billahi hayâ ediyorum Senden
Kime serzenişte bulunayım ben