Çivîka Dayik1

‘Hebû, tune bû. Çivîkek dayik hebû. Vê dayikê zarokên xwe bi evîn û bi kedek mezin xwedî dikir. Li gorî herka sirûştî a jiyanê pêwîst e êdî zarokên xwe bi firê xe û wan berde û azad bike. Çivîka dayik, xwest ku zarokên xwe di azmûnekê de derbas bike, ji bo fêm bike bê ka zarokên wê ji bo jiyanek serbixwe besî xwe ne, an na. Rojekê çivîka dayik zarokên xwe li dora xwe kom kirin. Ji alîkî de zanebûn û tecrûbeya xwe a dawî bi wan parve dikir, ji alîkî din jî xwest fêm bike bê ka zarokên wê gihaştine kîjan astê. Ji bo bide fêmkirin bê mirov ji çivîkan re çiqas bi xeter in peyva xwe bi vê mînaka şênber domand:

Zarokên min! Wexta we nerî wa însanek ber bi we tê, vêya di bîra xwe xin ku dikare xwe daqûl bike, rahêle kevirekî û bavêje we, li gorî wê xwe biparêzin, tevdîra xwe bistînin.

Çima çivîkek zarok î biçûçik ku li peyvên dayika xwe pir xweşik guhdar dikir derneket û wanî negot: Dayika min! Leg ji berê de ew însanê ku ber bi me tê, di destê wî de kevir hebe, di vê rewşê de em ê çawa xwe biparêzin? Li ser vê pirsa zaroka xwe a biçûçik  çivîka dayik tev dilşadiya xwe wiha got: Zaroka min î qedirbilind! Êdî pêdiviya te bi şîretan nemaye. A ku wanî fikirî wexta qewimî wê zanibe bê wê xwe çawa biparêze jî. Here, rêya te vekirî be.’

Birastî, ji bo gihandin û perwerdehiya zarokan ev mînak mînakeke xweş bû.

Sadî Şîrazî li ser gihandina zarokan wiha dibêje: ‘Heg hûn zarokên xwe wek berxikan mezin bikin, wê dawî ew ê jî wek pez bin.’

Şîretek Hz. Elî jî li me heye: ‘Zarokên xwe ne li gorî zemanê hûn tê de dijîn, li gorî zemanê ew tê de bijîn mezin û perwerde bikin.’

 

Mamoste û Xwendekarê Pola Dayikan2

Mînakek jiyayî. Mamosteyek pola dayikan ji xwendekarên xwe xwestiye ku di majara biharê de resmekî amade bikin. Piştî hefteyekê li wan resmên ku xwendekaran amade kirine nerî. Wexta nerî wa xwendekarekî wêneyê Mûshafê (Qurana Pîroz) aniye jê pirsî: Berxikê min qey te şaş fêm kir? Min li ser biharê dîmen ji we xwestibû, ne Mûshaf. Li ser vêya xwendekar got: Na min jî werê fêm kiribû û min li ser biharê dîmen pêşkêşî we kir. Li ser bersiva xwendekar mamoste şaş ma. Wêneyê ku xwendekar anîbû rakir hewa, rê wî da û bersivek jê xwest. Xwendekar jî got Quran (Mûshaf) bihar bi xwe ye. Lewra, dayika xwendekar piştî limêjan bi dengê bilind wiha dua dikir: ‘Ya Rebî, tu Quranê bike bihara dilê me!

Ev mînaka mamoste û xwendekar jî girîngiya ciyê mere lê mezin bûye/dibe diyar dike.

1)Dr. Mûhammed Ebû Ferha, Çocuklarını Değerlendir, Dr. Maruf Çelik, Mütercimin Önsözü, Nida, 2014

2)Dr. Mûhammed Ebû Ferha, Çocuklarını Değerlendir, Dr. Maruf Çelik, Mütercimin Önsözü, Nida, 2014