Mêze bike pelê daran.
Zikrê dikin wek şalûlan.
Nefs û şeytan xeflet mêvan.
Bizan ey can nebî nalan.

Xeflet firset ji bo şeytan.
Tu gohdar bî nebî poşman.
Zikra dilê te be Quran.
Bike xebat bizan ferman.

Ey eqilmend kurê zeman.
Hê te ey wax nekirye can.
Veger bi bal rebbê Rehman.
Kufrê kerr û gêj kir cîhan.

Umir diçe xafil însan.
Rabe ji xew xortê ciwan.
Dinya fanî kanê peyman.
Bike fikra dîn û îman.

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?