Li gorî Ebû Hûreyre radigihîne Resûlûllah (selamên Xwedê lê bin) werê gotiye:

Ji benî îsraîliyan sê zilam hebûn. Yek bi nexweşiya bîrovan bû, yek gurî bû, yek jî kûr bû. Xwedê Teala xwest wan biceribîne. Melekek şand cem wan. Melek ji ê bi nexweşiya bîrovan ketiye re got:

“Tiştê herî zêde tu dixwazî çi ye?”

Ê nexweş wiha got:

“Rengekî xweşik û canekî xweşik dixwazim û ez dixwazim ji vî halî xelas bibim.”

Melek ew firkand; nexweşikbûna li ser wî çû, rengê wî xweşik bû. Melek jê re got:

“Tu herî zêde ji kîjan malî hez dikî?” Got: “Ji hêştir (an cange).”

Li ser vê daxwaza wî, hêştirekî mê ê deh mehkî avis gihaştê. Û melek jê re got:

“Xwedê vêya ji te re bi bereket bike.”

Melek hat cem ê gurî. Jê re got:

“Tiştê herî zêde tu dixwazî çi ye?”

Ê gurî got: “Ez porekî xweşik dixwazim û dixwazim ez ji vî halê nexweşik xelas bim.”

Melek ew firkand. Kirêtiya li ser wî çû û bû xwediyê porekî xweşik. Melek dîsa jê re got:

“Tu herî zêde ji kîjan malî hez dikî?” Wî jî got: “Ji dewaran…”

Li ser vêya çêlekek avis danê. Û melek jê re got: “Xwedê vêya ji te re bi bereket bike.”

Melek çû cem ê kûr. Jê pirsî: “Tiştê herî zêde tu dixwazî çi ye?”

Ê kûr got: “Ez dixwazim Xwedê dîsa çavên min bide min û ez mirovan bibînim.”

Melek ew firkand û Xwedê dîsa çavên wî lê vegerandin. Melek dîsa jê pirsî:

“Tu herî zêde ji kîjan malî hez dikî?” Wî jî got: “Ji pez…” Li ser vêya miyek avis danê.

Hêştir, çêlek û mî zan. Dawiyê her yek ji wan kesan bû xwediyê newalek tije hêştir, newalek tije dewar û newalek jî tije mî (pez).

Dawiyê melek di şiklê xwe yî berê de hat cem ê di canê wî de bîrov derketibûn.

Jê re got: “Ez yekî feqîr im. Derfeta min nema ez di riya xwe de dewam bikim. Îro hew Xwedê, dawî jî tu dikarî alîkariya min bikî. Ji bo xatirê ê ev rengê xweşik, ev canê xweşik û vî mala daye te, ez alîkariyê ji te dixwazim. Hema hêştirekî bide min ku ez pê bigihêm ciyê xwe.”

Nexweşê bîrovan got: “Di vî malî de xwedî heq pir in.” Li ser vê peyvê melek jê re got:

“Wek ez te nas dikim. Tu ne ew ê bi nexweşiya bîrovan bû ku mirovan ew kirêt didît. Tu feqîr bû Xwedê te dewlemend kiribû?” Ê bi nexweşiya bîrovan werê got: “Ev mal ji min re ji bav û kalikan ma.” Melek jê re got: “Heg tu derewan dikî Xwedê te dîsa têxe halê berê!”

Piştî vê, melek di şiklê xwe yî berê de hat cem ê gurî. Çi ji ê berê re gotibû ji wî re jî ew got. Wî jî wek ê berê bersiv da. Melek jî jê re got: “Heg tu derewan dikî Xwedê te dîsa têxe halê berê!”

Di pişt re, di şiklê xwe yî berê de hat cem ê kûr. Got: “Ez yekî feqîr im. Derfeta min nema ez di rê de herim. Îro ê alîkariya min bike berê Xwedê ye, dawî tu yî. Ji bo xatirê wî Xwedayê çavên te li te vegerandine ez alîkariyê ji te dixwazim. Miyekê bide min ku ez pê sefera xwe biqedînim.” Li ser vê peyvê wî zilamî got:

“Ez kûr bûm. Xwedê çavên min li min vegerandin. Ji ber vî hawî te kîjan mî xwest ji xwe re bibe û te kîjan xwest bihêle. Wellehî îro ji bo xatirê Xwedê ez tu dijwariyê ji te re dernaxim.” Li ser vêya melek werê got:

“Li malê xwe miqate be. Lewra hûn hatin ceribandin. Xwedê ji te razî bû. Li hevalên te yî din jî ezab kir.” (Buhârî, Müslim)