Ser sal, ser sala fila ye

Ji dayik bûna Îsa ye (a,s.)

Çi şûxlê me pê ketiye

Misilmanno qey newsa ye

 

‘Aliman peve vê digo

Bilêtê millî piyango

Herame wek termê l’sergo

Ne fekrin li wan qisa ye

 

Vaye ku Quran dibêje

‘Alim jî dibên ji mêj e

Çi tişta heram qirêje

Qirêja pîsê pîsa ye

 

Lew millî piyango şans e

Herame lîstikek pîs e

Vaye Quran dike qise

Hem fekrin li Hedîsa ye

 

Xwedê raziqê rizqa ye

Millî piyango j’zewqa ye

Xesar jê tê wek *birqa ye = Şimşek

Wek *mey a li ser masa ye = İçki

 

Têkil nebin wan bilêta

Li nav gel bû wek  ‘îlleta

Em terk bikin wan xesleta

Ya bixêr û qenc wisa ya

 

Bi wê mishefa me xwendî

Kes ji heram xêrik ne dî

Belkî ji milyon yek lê dî

Wek penîrê ‘eyarê sa ye

 

Welew derê bi milyonê

Bifekre encam û sonê

Mînaye kefa sabûnê

Lew ne şûxlekî hêsa ye

 

Bawermendo tu guh nedê

Bifekre gotina Xwedê

Xwe bispêrê hem pişt bidê

Nekeve pey weswesa ye

 

Ne mela me ne wa’az im

Ez xêra gelê dixwazim

Rastî gotin her dem lazim

Ger şa’îr bim heq wisa ye

 

 

 

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?