Hevaltiya cahila
Teqez reş dikin dila
Çi car xêr ji wanayê
Li meriv dibne bela

Kesê zanyar û xwenda
Maf didin li her qada
Dişibin şêwirmenda
Bo her ciwan û kala

Kî têgihîşt bi binge
Temen ne pir giringe
Dirist bit wek leheng e
Ew li pûş nabe pala

Sed xwezî bi wî kesê
Qet xwe naspêre nefsê
Xwe dûr digre ji hirsê
Ew nabe jî cahila
Kesê cahîl yan nezan
Dipeyve peyvê erzan
Ji zanistîve xîzan
Zanare dibê deelo !…

Her caran û her wexta
Binirxînin derfeta
Binivîsînin helbesta
Nebin j’emel betala

Ebdullah gunehkaro
Gûnehkaro bêçaro
Şîreta l’xweke jaro
Bo nebî wek melûla

Ebdullah Celan Misircî

18/07/2023 Sêşem

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?