Jiyana Evdirrehîm Rehmî Hekkarî
Gelek wesf û taybetmendiyên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî hene. Ew weşanker, şanonamenûs, pexşanûs, zana, rewşenbîr, endamekî çalak ê hinek komeleyên Kurd û yên cur bi cur, nûjenkerê helbesta kurdî û mirovekî siyasetmedar bû. Bi kurtasî ew nivîskarekî pirhêl bû.
Di sala 1890î de li Elbakê ku niha bi navê Başkaleyê tê naskirin û bi bajarê Wanê ve giredayî ye, hatiye dinê. Ji alîyê dê û bav her du wan jî digiheje malbatên oldar, xwedî dîn û çalak.

Xwendina xwe ya ewil a seretayî û navîn li herêmê xilas kir. Di ber re, medrese jî xwend û erebî û farisî li wir elimî. Pişt re çû Enqereyê. Li wir Enstîtuya Darayî (Maliye) qedand. Piştî wê jî çû Stenbolê û xwendina zanîngehê jî li wir kir.
Wexta ku Şerê Cîhanê Yê Yekem dest pê kir bi Bedîuzzaman re li hemberî artêşên Ûris tekoşîn dide û her du dîl têna girtin. Di dema vê êsîriyê de hînî almanî û ûriskî dibe. Piştî demekê ji kampa êsîran direve û diçe Bakuyê. Ji wir jî derbasî Stenbolê dibe.
Di komeleyên dema xwe de bi awayekî çalak xebitiye. Çawa ku di nav miletê kurd de tê nasîn li nav oldar û mislimanê cîhanê jî xuya ye. Pir li ser nexweşiyên civaka mislimanan sekiniye û bi pênûsa xwe bala mirovan dikşîne li ser dîn û milet. Gelek xebatên berbiçav kirine.

9ê sibata 1958an wefat kiriye.
Jiyana wî di ansîklopediya Diyanetê de wekî Abdurrahim Zapsu hatiye pêşkêşkirin.
Berhemên Wî
Ya rastî, berhemên Rehmî Hekkarî pir in. Ji xeynî helbestan gelek nivîsên wî jî hene. Nivîsên xwe yên pexşanî (nesîr) û helbestên xwe di kovaran de weşandine. Di wan de li ser mijarê wekî nezanî, xizanî û bêtifaqiyê zehf sekiniye. Zimanê ku di nivîsên xwe de bi kar aniye zimanekî nû ye û nezîkî kurmanciya îro ye. Çiqas ji bilî kurdî û tirkî, erebî, farisî, rûsî û almanî zanî bû jî, berhemên xwe tenê bi zimanê tirkî û kurdî weşandine. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê bi dest nivîsê tirkî kiriye. Bi tevahi 38 pirtûk nivîsîne.
Hinek berhemên wî yên bi zimanê kurdî:
Memê Alan (Şanoya/Piyesa kurdî ya yekem)
Gazîya Welat (Helbestên ku nivîsîne di vê pirtukê de komkirine.)
Dersa Dîn
Mufredata Kurdî
‘Eqîda Kurdan
Perek Zêrîn Ji Tarîxê
Kovara Jîn (Weşanker)
Hinek ji wan ên tirkî yên tên nasîn:
Ehli Sünnet Dergisi (Kovara Ehlî Sunnet, Weşanker, heft salan derket)
Büyük İslam Tarihi (Dîroka Mezin a Îslamê)
Bir Esir Çocuğun Hatırası (Serpêhatiya Zarokekî Hêsîr)
Garip Çocuklara Ahlak Aşısı (Parzaya Exlaqê Ji bo Zarokên Xerîb)
Cenaze ve Ahkamı (Cinaze û Hukmên Wê)
İman Kitabı (Pirtuka Îmanê)
Şafii İlmihali (Îlmîhala Şafiiyan)

Helbesteke Wî a Nadîde û Wergera Wê Bi Zimanê Tirkî
Nezanîn/Cehalet

Ey cehl û nezanîn, tu yî dijmin tu yî xaîn
Zulma te ye hêlan hemî bêsen’et û bêdîn

Ey cehalet, ey bilgisizlik! Gerçek düşman, asıl hain
Senin sebebinledir bunca kabiliyetsizlik ve dinsizlik

Qehra te ye wêrane kirî ah…wetenê min
Kîna te ye bêlane kirî cism û tenê min

Kahrından viraneye döndü… Ah, vatanım benim
Kininden yersiz yurtsuz kaldı ruhumla bedenim

Serwet te ji me standiye bêmal û dirav in
Em mayine belengaz û feqîr, xanebelav in

Mal mülkü sen aldın elimizden, beş parasız bıraktın
Fakir fukara ettin bizleri, hanelerimizi dağıttın

Derdê te ye ma’lûl kirî, em xwenezan in
Em kî ne? Kurê kê ne? Ma exsîr û gavan in?

Senin derdin hasta etti, kendimizi tanıyamıyoruz
Kimiz biz? Kimin evladıyız? Köle miyiz, çoban mıyız?

Yan em jî xwedan şan û neseb, qewmê necîb in?
Behra me heye, em jî xwedan behr û nesîb in?

Yoksa biz de şan ve şöhret sahibi soylu bir kavim miyiz?
Bizim payımız da var mı, biz de nasiplenecek miyiz?

Dinya wekî çêkir Xwedê, behra me jî dabû
Lakîn ji nezanîn û cehl, kanê? Fîda bû

Dünyayı yaratırken Allah, bize de pay bırakmıştı.
Ne var ki cehalet ve bilgisizlik bizi mahrum bıraktı.

Bu yazıya yorum bırakmak ister misiniz?